PAKê şîfaya xêrê ji tîma Rûdawê re xwest

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ji ber qezaya tîma Rûdawê ya Amedê derbas kirî şîfaya xêrê ji xebatkarên Rudaw TVyê re xwest.

 

Tîmeke Tora Medyayî ya Rûdawê li Amedê ku bi armanca rûmalkirina tevgera bazirganî ya navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê di rê de bûn, di navbera Êlih û Sêrtê rastî qeza trafîkê hatin.


Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya li Amedê, Maşalah Dekak, kamêraman Şakir Uygarî û ajovanê otomobîlê Cîhan Demirkiran birîndar bûn.


PAKê ya Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew şîfaya xêrê ji karmendên Rudaw TVê re dixwazin.


Bi gotina berpirsên Nexweşxaneya Giştî ya Êlihê, rewşa tendirustiya peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, Maşallah Dekak û kamêraman Şakir Uygarî baş e û ajovanê otomobîlê Cîhan Demirkiran jî di bin çareseriyê de ye