5 gund û 23 mezra ji DAIŞê hatin rizgarkirin

05-11-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê di encama operasyona şeva 3ê Mijdarê dest pê kirî de 5 gund û 23 mezra ji rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ)  hatin rizgarkirin.

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku operasyona ji aliyê hêzên kurd ve hatîn destpêkirin hêj didome.

Hat zanîn di encama pevçûnan de bajaroka Rawiya û gundên li ser sînor Migran, Timat, Dibê, Dudan û Emadan û 23 mezra ji endamên rêxistina DAIŞê hatine paqij kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama pevçûnên  roketên cureya B7 ji mesafeyek nêzîk ve hatîn bîkaranîn de   hêzên kurd dest danîn  ser cebilxaneyekî DAIŞê û dozerek a wan jî ji holê rakirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst