‘Tiştê ku niha tê serê me Erdogan tîne serê me nek Nazî û Osmanî’

05-11-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dayika Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku ev 7 roj in bo şermezarkirina lêkirina “Dîwarê Şermê” yê navbera Qamişlo û Nisêbînê li ser sînor dest bi çalakiya rûniştin û greva birçîbûnê kiriye, diyar kir ku polîs nahêlin li keça xwe jî binêrin. Dayika Gokkanê her wiha got: “Ya ku niha tê serê me ne Nazî ne jî Osmanî dikin lê Erdogan vê yekê tîne serê wan.”

Çalakiya rojiya mirinê ya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a ji bo şermezarkirina çêkirina "dîwarê şermê" ya di navbera navçeya Nisêbîna Mêrdînê û bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê de tê çêkirin, ket roja xwe ya heftemîn.

Dayika Gokkanê Lutfiye Gokkan û xûşka wê Kevser Ercann, derheqê çalakiya Ayşe Gokkan û lêkirina dîwarê navbera Nisêbîn û Qamişlo de ji DÎHAyê re axivîn.

Kevser Ercan, diyar kir ku çalakiya rojiya mirinê ya xûşka wê li ser navê hemû kurdan hatiye kirin û wiha got: "Divê kesên ji xwe re dibêjin em mirov in, demokrat in xwedî li vî çalakiyî derkev in. Yên ji bo çareseriyê dixebitin, li kuderê ne? Çima xwedî li vê çalakiyî dernakevin. Ev ne çalakiya Ayşê ye, çalakiya hemû Kurdistaniyan e. Ayşe ev 7 roj in di bin tecrîdê de çalakiya xwe dimeşîn e. Divê hemû cîhan û çapemenî zilma li vir tê kirin bibînin. Sed sal berê kurd bi sînoran ji hev cuda kirin. Niha jî dîwarên şermê çêdikin. Şûna ku di vê sedsalê de sînor bên rakirin, dîwarên şermê ava dikin. Lê em vana qebul nakin. Divê hemû cîhan rabe ser lingan. Li hemberê zilma li Gokkan tê kirin her kes tiştekî bike û xwedî li Ayşe derkev in."


xûşka Ayşe Gokkanê her wiha destnîşan kir ku ew piştgiriya ku gel dide Gokkanê, kêm dibîne û wiha anî ziman: "Piştgiriya gel her roja diçe zêde dibe, lê têr nake. Pêwîste gel zêdetir xwedî derkev e. Navçe di bin bombeyên gazê de ye. Polîsên ku avêtina keviran a zarokan hincet dibîne, asimana navçeyê kirine wekî ewrên gazê. Çima ev zilimdarî nayê dîtin. Divê cîhan vê yekî bibîne û qebûl neke. Ti mafê me tune ye em îradeya Gokkan bişkênin. Li ber çavên me dihele. Lê em nikarin vîna wê bişkênin. Divê xwedî li vê dozê bê derketin. Em li cem xûşka xwe ne."

Kevser Ercan, da zanîn ku hevdîtina bi xûşka wê re hatiye qedexekirin û wiha axivî: "Dibêjin qedexe ye. Em qedexebûnê fêm nakin. Mirovek ji canê xwe dibe. Ma çek pê re heye? Bombe heye? Hêza wê ya bilebite jî tune ye. Lê hevdîtina me qedexe dikin. Nahêlin kesek jî pê re bimîne. Li wir canê xwe dide. Çima nahêlin em pê re hevdîtinê bikin?"


Dayik Lutfiye Gokkan jî, çalakiya Gokkan silav kir û got "Ez bejna xwe li ber çalakiya Gokkan bi rêzdarî ditewîn im. Ew rêhevala min û taca serê min e. Ez wê pîroz dikim."

Dayika Gokkanê her wiha diyar kir ku divê hemû kurdên di cîhanê de rabin ser lingan û wiha got: "Ev welat ne tenê welatê Ayşê ye. Welatê hemû kurdan e. Bedena xwe ji mirinê re razandiye. Divê îro kes li mala xwe rûnenê. Divê îro li Nisêbînê bi hezaran mirov li cem Ayşe bin. Çawa Ayşe ji bo dîwê rûniştibe, mirovên din jî divê bên rûnên."

Dayika Şaredara Nisêbînê anî ziman ku ew dayikek e û dixwaze bi keça xwe re hevdîtinê bike lê polîs destûr nadinê û wiha pêde çû: "Ez dixwazim her cem keça xwe û rûnêm, lê destûr nadin. Li aliyek leşker, li aliyek jî polîs hene. Polîs dorpêç kirine. Nahêlin em lê binêrin jî. Ne Hîtler, ne Nazî, ne Osmaniyan wiha kirine. Yê vî li me wiha dike Erdogan e. Çalakiya Ayşe di çavên wan de wek e çiyayekî ye. Îşalah dê çalakiya wê mezin bibe." Dayik Gokkan, axaftina xwe bi diruşmeya "Her bijî Ayşe Gokkan" dawî kir.


Xûşka Ayşe Gokkan, Kevser Ercan

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst