Min çawa Fewziya Emîn Seydo li Xezeyê dît?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nasir Elî û Fewziya Emîn Seydo\Wêne: Rûdaw Grafîk
Nasir Elî û Fewziya Emîn Seydo\Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Fewziya Emîn Seydo Kurdên Êzidî Şerê Hemas û Îsraîlê Xeze Filîstin Nasir Elî Şerê DAIŞê Komkujiya Şingalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Dihokê Nasir Elî çîroka Fewziya Emîn Seydoyê berî salekê belav kiribû.

Bi saya wê hevpeyvîna Nasir Elî, Fewziya Emîn Seydoyê dengê xwe gihand cîhanê, Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî û hêzên ewlehiyê yên Îraqê û Herêma Kurdistanê.

Fewziya Emîn Seydo beriya bi 4 rojan hat rizgarkirin û vegeriya nava malbata xwe ya li Şingalê.

Nasir Elî behsa çîroka dîtina Fewziya Emîn Seydoyê û wê hevpeyvînê kir û wiha got:

“Nîsana 2022yan bû, min bi rêya keçeke Kurd ku çend meh berê ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin, reqema telefona Fewziya Seydoyê bi dest xist.

Wê keça rizgarbûyî ji min re behsa Fewziya Emîn Seydoyê kir.

Min bi rêya WhatsAppê peyamek ji Fewziya Emîn Seydoyê re şand û wê bi Erebî bersiv da û min xwe da naskirin.

Min jê re got, ez rojnamegerê Tora Medyayî ya Rûdawê me. we jî ji min re got, axaftina bi mêrekî re qedexe ye û ez nikarim bi te re biaxivim.

Em bi rêya keçeke ji Ofîsa Rûdawê ya Dihokê pê re axivîn û wê jî eşkere kir ku ew li Xezeya Filistînê ye.

Me xwest em pê re hevpeyvînê bikin, berê red kir lê piştî bi 5 mehan dîsa telefon kir û daxwaza me qebûl kir.

Şerteke Fewziyêyê hebû ku keçik pê re hevpeyvînê bike.

13ê Îlona 2022yan, me bi rêya keçekê li ofîsa xwe hevpeyvîneke kurt pê re çêkir û wê demê eşkere kir ku ew nikare vegere Herêma Kurdistanê.

Piştî ku hevpeyvîn hat belavkirin, yek ji xizmên wê telefonî min kir û min hejmara Fewziyayê da wî.

Destpêka Tebaxa 2023yan Fewziyayê ji min re nameyek şand û got, ez dixwazim ji Rûdawê re biaxivim ku dengê min bigihêje hemû cîhanê, roja 3yê Tebaxa 2023yan min hevpeyvînek bi wê re kir.

Hevpeyvîna me bi hemû zimanan hat belavkirin.

Piştî ku hevpeyvîn hat belavkirin, Wezareta Karên Derve ya Îraqê, Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Jinên Rizgarbûyî ya ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî damezirandiye, Hikûmeta Almanyayê, rojnamegerên li Rûsya û Japonyayê, 16 rêxistinên navneteweyî û çend kesayetiyên Kurd ên li derveyî welêt pêwendî bi min re danîn.

“Min xwest herim Xezeyê lê ti rê tune bûn”

Wekî rojnamevanê Rûdawê min hewl da xwe bigihînim Xezeyê.

Min xwest ji bo rizgarkirina Fewziyayê û belgekirina çîroka jiyana vê jina Kurd a Êzidî karekî bikim lê ti rê nemabûn û ji ber wê jî min nikarî xwe bigihînim Xezeyê.

Telefona Fewziyayê tenê carinan vekirîbû.

Beriya 4 mehan nameyek ji min re şandibû û gotibû, min biryar daye ku vegerim Kurdistanê, min jî hejmara telefona Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Jinên Rizgarbûyî da wê.

Her wiha li gel çend rêxistin û kesayetiyên Kurdistanî yên li Almanyayê axivîm û min ew li ser biryara Fewziyayê agahdar kirin.
Min ji wan xwest ku alîkariya wê bikin ku vegera Herêma Kurdistanê.

Dema min 3yê Çiriya Pêşînê xebera rizgarkirina Fewziyayê bihîst, min bi rêya WhatsAppê jê re nameyek şand û jê re got, gelo tu rizgar bûyî, wê jî bersîv da got, belê.

Min ew û malbata wê pîroz kirin û min soz jê stand ku dê careke din pê re hevpevînekê çêkim.”

Fewziya Emîn Seydo beriya bi 10 salan ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin û çekdarên DAIŞê ew biribûn Tirkiyeyê û ji wir jî biribûn Xezeyê.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îraqê Fewziya Emîn Seydo bi hevahengî û çavdêriya rasterast a Wezîrê Karên Derve yê Îraqê vegeriya nav malbata xwe.

Ajansa Îstixbaratê ya Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan Fewziya Emîn Seydo bi hevahengiya Wezareta Karên Derve û Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Jinên Rizgarbûyî rizgar kir.

Li gorî Ajansê, lêkolînê dest pê kir, piştî wergirtina zanyariyan hat zanîn ku Fewziya li welatekî herêmê ye, di dawiyê de sibeha çarşemê ber bi Bexdayê ve hat şandin û piştre radestî kesûkarên wê hat kirin.

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an li Şingalê komkujî li Kurdên Êzidî kir û 6 hezar û 417 kes revandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst