Hewlêr (Rûdaw) – Şofêra yekem otobusa nav bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Rihaya Bakurê Kurdistanê dest bi karê xwe kir.
Fatma Hort Kumaşa 37 salî li gel ku derçûya beşa Gihandina Zarokan e li dû xeyala xwe ya zaroktiyê çûye û niha bûye şofêra otobusê.
Şofêra otobusa Şaredariyê Fatma Hort Kumaşê got:
“Di 12 saliya xwe de min dest bi ajotina otomobîlê kir.
Piştî wê min gelek karên cuda kirin lê careke din ez li şofêrtiyê vegeriyam.
Her çi qasî min otomobîlên din ajotine jî xeyala min ew bû bibim şofêra otobusê.
Kêfxweş im ku min xeyala xwe pêk anî.”
Serokê Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Rihayê da zanîn ku armanca wan ew e li parêzgehê veguhastin bi awayekî ewle û hêsan were kirin û jin di vî alî de serkeftî ne.
“Bila şofêrên jin serlêdanê bikin”
Serokê Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Rihayê Mahmut Kaysi jî got:
“Cihgirtina şofêra jin a di veguhastina giştî de hem ji bo civakê û hem jî ji bo xizmeta şaredariya me dê baş be û ji bo xizmeteke bi kalîte dê bibe alîkar.
Ji ber vê yekê me xwest şofêrên jin serlêdanê bikin.
Fatma Xanim bû yekem berbijêra serkeftî.”
Welatiyên parêzgehê jî ji rewşê kêfxweş in û dixwazin di karê giştî de jin zêdetir bibin.
Welatiya bi navê Kubra Açikgozê jî anî ziman:
“Bipêşketina jinan a di her karî de mirov kêfxweş dike.
Li Rihayê cara yekem e lê li parêzgehên din şofêrê jin hene û dixebitin.
Hêvîdar im li vê derê jî hejmara wan zêde bibe.”
Li parêzgeha Rihayê di hilbijartinên xwecihî yên sala borî de namzedê Partiya Yenîden Refahê Mehmet Kasim Gulpinar serokatiya şaredariyê bi dest xistibû.
Piştî demekê Gulpinar ji partiya xwe îstîfa kir û niha serbixwe serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a parêzgehê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse