Nasnameyên 3 gerîlayan hatin eşkerekirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HPG Gerîla Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên sê gerîlayên ku li herêma Avaşînê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

HPGyê da zanîn ku gerîlayên bi nasnavên Azad Ozugr, Rojevîn Garzan û Lorîn Bîşeng Êriş Andok Çiriya Pêşîna 2019an li Avaşînê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Azad Ozgur: Navê wî yê fermî Emrah Gunara e û ew ji Wana Bakurê Kurdistanê ye.

Delîla Rojevîn Garzan: Navê wê yê fermî Fatma Kiliçarslan e û ew ji Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ye.

Lorîn Bîşeng: Navê wê yê fermî Nezahat Çapan e û ew ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.

HPGyê da zanîn ku Azad Ozgur 2yê Çiriya Pêşîna 2019, Delîla Rojevîn Garzan û Lorîn Bîşengê 4ê Çiriya Pêşîna 2019an canê xwe ji dest daye.

HPGyê destnîşan kir ku Azad Ozgur 2014an û Lorîn Bîşeng jî 2015an tev li refên gerîlayan bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst