Ji Şaredariya Mêrdînê ji bo ajelan pêngaveke nû

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Mêrdînê Nexweşxaneya Ajelan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di roja Parastina Mafên Ajelan de li bajêr nexweşxaneyeke nû ya ajelan vekir.

Duh roja Maf û Parastina Ajelan a Cîhanî bû û di vê rojê de ji bo balê bikşînin ser mafên ajelan û parastina wan çalakiyên cuda tên kirin.

Lê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi taybetî ji bo vê rojê li bajêr nexweşxaneyeke ajelan vekir da ku ajelên nexweş û birîndar ên li kolanan bên dermankirin.

Nexweşxane bi merasîmekê hat vekirin û Hevseroka Şeradariya Mêrdînê Devrîm Demîr, parlamenterên DEM Partiyê Salîha Aydenîz û Berîtan Gûneş û çend berpirsên din ên şaredariyê û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî merasînê bûn.

Hevseroka Şeradariya Mêrdînê Devrîm Demîr derbarê nexweşxaneya got:

“Vekirina vê nexweşxanyê di Roja Parastina Mafên Ajelan de gelekî bi wate ye.

Em ji dabînkirina hemû pêwîstiyên wan zîndewerên ku bi me re bi hevbeşî li vê cîhanê dijîn berpirsyar in.

Lê ev yek ne tenê berpirsyariya şaredariyan e û divê yasa jî bi awayekî bên sererastkirin ku mafê ajelan biparêzin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst