Agirî - 2 otomobîl li hev qelibîn: 8 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn, yek jê pitik 8 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, li taxa Yuzuncu Yilê ya Agiriyê 2 otomobîl li hev qelibîn.

Di encama qezayê de yek jê pitik 8 kesên di her du otomobîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê.

Heta niha derbarê rewşa tenduristiyê ya birîndaran ti zanyarî nehatine belavkirin.