Li Zaxoyê barhilgirekê li çend otomobîlan da: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li Zaxoyê barhilgirekê li çend otomobîlan da, şofêrê barhilgirê û keçeke 8 salî mirin.

Nûçegihanê Rûdawê Xerîb Mecîd ragihand ku vê êvarê li xala kontrolê ya Zaxoyê barhilgirekê li çend otomobîlên pêşiya xwe daye.

Di encamê de şofêrê barhilgirê û keçeke 8 salî mirin û 3 kes jî birîndar bûne.

Xerîb Mecîd da zanîn ku şofêrê barhilgirê kesekî 54 salî ye û ji Bakurê Kurdistanê ye.

Her wiha keça 8 salî ya ku canê xwe ji dest daye geştyar bûye û bi neteweya xwe Ereb bûye.