Fermandarê berê yê CENTCOMê: Amerîka bila hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê bihêle

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Generalê Amerîkî Kenneth McKenzie CENTCOM Amerîka Rojavayê Kurdistanê Herêma Kurdistanê Şerê DAIŞê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Generalê Amerîkî Kenneth McKenzie diyar kir divê Amerîka hêzên xwe li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bihêle.

Fermandarê berê yê Fermanderiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Kenneth F. McKenzie ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde re axivî.

Kenneth F. McKenzie li ser hebûna hêzên Amerîkayê yên li Îraqê û Herêma Kurdistanê wiha got:

“Divê şerê li dijî DAIŞê berdewam bike. Hevkariyên me yên bi Îraqê re li ser bingeha rêkeftinên li gel hevpeymanan berdewam in.

Di şerê li dijî DAIŞê de pêwîstiya me bi hebûna mayînde ya rojhilatê Sûriyeyê heye.

Ji bo vê jî pêwîst e em tevî hevpeymanên xwe yên Kurd û Ereb li bakur û başûrê çemê Firatê bi hev re tevbigerin.”

McKenzie di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê, komên çekdar ên ku Îran piştgiriya wan dike metirsiyê li ser hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê durist dikin.

Li gorî gotina McKenzie, Îran dikare komên çekdar kom bike, şer gurtir bike û fermana êrişa ser hêzên Amerîkî bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst