Li Amedê qeza: 2 mirî û 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya Amedê otomobîlek wergeriya û di encamê de  2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan li devera gundê Kilvanê yê Çinarê otomobîla bi plaqeya 72 ABE 375 wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de 2 kesên di otomobîlê de canê xwe ji dest da.

Herwiha 3 kesên din jî birîndar bûn û rewşa yekê dijwar e.

Tîmên tenduristiyên birîndar veguhastin nexweşxaneyên bajêr.