Li Mûşê dîsa qedexe: Dê 7 rojan berdewam bike

05-10-2023
RÛDAW
Nîşan Mûş Qedexe Çalakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Parêzgariya Mûşê ragihand ku li tevahiya parêzgehê civîn, daxuyaniyên çapemeniyê, meş û xwepêşandan, grevên birçîbûnê, konferans û vedana çadir û standan 7 rojan hatine qedexekirin.

Li Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Mûşê, operasyonên serbazî yên artêşa Tirkiyeyê û hêzên ewlehiyê yên dijî “rêxistinên terorê” li navxwe û derveyî sînor berdewam dikin.

Parêzgariya Mûşê ragihand ku di vê çarçoveyê de hemû çalakiyên wekî meş, xwepêşandan û civînên çapemeniyê 7 rojan qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku “bi armanca parastina asayîşa giştî, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtina li ber tawanan, parastina maf û azadiyên xelkê, jinavbirina planên rêxistinên terorê” biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, ji 5ê Çiriya Pêşîn demjimêr 00:01ê heta 11ê Çiriya Pêşîn demjimêr 23:59an, hemû çalakiyên wekî meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, vedana çadir û standan, daleqandina posteran, belavkirina belavokan, konferans û grevên birçîbûnê qedexe ne.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Mûşê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku bi destûra parêzgar û qeymeqaman in. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst