PKKyê bersiv da Hakan Fîdan

Hewlêr (Rûdaw) – PKKyê da zanîn ku angaştên Hakan Fîdan ên li ser êrişa li Enqereyê ne rast in.

1ê vê mehê demjimêr derdora 09:30î 2 kesan li Enqereyê bi otomobîlekê êriş pêk anîbû.

HPGyê da zanîn ku êriş ji aliyê Tabûra Nemiran ve hatiye encamdan.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî got her du gerîlayên êriş pêk aniye “Ji Sûriyeyê hatine.”

Fîdan herwiha gefa “operasyonê” xwar û got, “PKK û YPG armancên sereke yên hêzên me ne.”

“Ji bakurrojhilatê Sûriyeyê neçûne”

PKKyê îro bersiv da wan angaştên Hakan Fîdan û got:

“Endamên Tabûra Nemiran bi ti avayî ji bakurrojhilatê Sûriyeyê neçûne Enqereyê.”

Piştî vê êrişê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojane gelek kes tên desteserkirin.

PKKyê da daxuyaniya xwe de bal kişand ser vê mijarê û got, “Ti pêwendiya her du gerîlayan bi kesên ku siyaseta aktîv dikin re nebû.”

Li aliyê din, artêşa Tirkiyeyê, piştî teqîna li Enqereyê êrişên xwe yên li başûr û rojavayê Kurdistanê zêde kirine.