Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê yekem berfa demsalê bariya

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê, zivistan hêdî hêdî rûyê xwe yê dijwar nîşan dide û li çend bajarên wê parçeya Kurdistanê  yekem berfa demsalê bariya.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo bajarên Amed, Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Xarpêt, Mûş, Bêdlîs, Agirî, Wan, Şirnex û Colemêrgê hişyariya barana gur da.

Herwiha rayedaran ji welatiyan xwest ku ji bo egera lehî û pirsgirêkên trafîkê tedbîrên pêwîst wergrin.

Deverên bilind di bin berfê de man

Li parêzgeha Wan û Colemêrgê piştî barana gur li herêmên bilind yekem berfa salê bariya û çiya spî kirin.

Geliyê Qerpetê yê li Wanê ku 2 hezar û 225 metre bilind e û Çiyayê Simbil ê li Colemêrgê ku 3 hezar û 467 metre bilind e di bin berfê de man.

Welatiyên wêne girtin

Piştî baranê gur li nav Gola Wanê dîmênên bablîsokan ji aliyê welatiyan ve hatin tomarkirin.

Welatî Zafer Başak got, “Dema ez bi otomobîla xwe ber bi Wanê ve diçûm min li nav Gola Wanê çend bablîsok dîtin. Ji ber min cara yekem dît bala min kişand û tomar kir. Bi rastî dîmenên pir xweşik bûn."

Li Kosedaxa Agirî, li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê ya parêzgeha Erziromê û li navçeya Qamûşanê ya Qersê jî yekem berfa demsalê bariya.

Hinek welatiyên ji bo dîtina berfê berê xwe da herêmên ku berf li wan bariyaye.

Welatî Ali Kemal Irturk jî got, “Îro li Qamûşanê yekem berfa salê bariya. Em jî ji bo dîtina berfê û kişandina wêneyan hatin. Hêviya me ew e ku îsal li Qamûşanê saleke bi bereket be."