Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Elkîkê yê parêzgeha Colemêrgê cotkarek dahata li xwendekaran belav dike.
Cotkar Talat Ozbekê 58 salî ye ji gundê Elkîkê yê parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê pereyê ku ji karê cotkariyê bi dest dixe wek bûrs dide xwendekaran.
Talat Ozbek piştî ku du zanîngeh qedandin û demeke dirêj li navenda Colemêrgê jiya berî 10 salan vegeriyaye gundê xwe.
Ew karê mêşvanî, ajeldarî û cotkariyê dike û beşeke dahata xwe weke bûrs dide xwendekarên gundê xwe.
Heta niha piştgiriya darayî daye 150 xwendekaran
Cotkar Talat Ozbekê 58 salî anî ziman:
“Me di encama xebateke 10 salan de hemû hirmiyên li vê derê mutirbe kirin.
Piştî 3 salan berhemên wan çêbûn. Em berhemên wan di bin çavdêriya komîsyonekê de difiroşin û wekî bûrs didin xwendekarên gund.”
Gundiyan perwerde dike
Talat Ozbek, odeyeke mala xwe kiriye pol û di demên xwe yên vala de li ser mêşvanî û cotkariyê gundiyên xwe perwerde dike.
Şêniyê gund Cihat Aslan li ser karê ku Talat Ozbek dike got:
“Em li gund bi saya mamê Talat fêrî mêşvaniyê bûn. Ji sala 2017an ve mamê min bi rêya Komeleya Hevkariya Civakî perwerdeyê dide me.
Bi saya perwerdeyê em bi xwe berhemanînê dikin, em spasiya wî dikin.”
Talat Ozbek bi armanca piştgirî û hevkariya gundiyên xwe Komeleya Alîkarî û Hevkariya Civakî ya Gundê Kamişliyê ku navê gundê Elkîkê yê bi Tirkî ye ava kiriye.
Ew her sal 10 heta 15 hezar lîreyên Tirkî bûrs dide 15 xwendekarên gund.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse