Li Qendîl, Gare û Metînayê bombebaran

05-10-2023
Nîşan Artêşa Tirkiyeyê Başûrê Kurdistanê Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê, şeva borî li Başûrê Kurdistanê 5 herêm bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Tirkiyeyê şevê din herêmên Qendîl, Xakurk, Asos, Gare û Metînayê bi awayekî dijwar bombebaran kirin.

Qaymeqamê qezaya Mawetê ya Silemaniyê Kameran Hesen ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Balafirên şer, şevê din derdora gundê Basawê û Geleliyê 4 caran bombebaran kirin.”

Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm jî da zanîn ku balafiran derdora gundê Êndizeyê di maweyê saetekê de 3 caran bombebaran kiriye.

Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî ragihand ku balafirên wan li herêmên Qendîl, Xakurk, Asos, Gare û Metînayê 22 cihên cuda bombebaran kirine.

Artêşa Tirkiyeyê, piştî teqîna li Enqereyê êrişên xwe yên li Başûrê Kurdistanê zêde kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst