Li Hewlêrê xwendekarên dibistana Komelgeha Pîrzîn xwendin baykot kirin

05-10-2022
Dilniya Rehman
Sedema baykotê jî ew e ku Rêveberiya Perwerdeya Derdora Hewlêrê biryar daye ku ew dibistan ji bo xwendevanên dibistaneke din bê dayîn
Sedema baykotê jî ew e ku Rêveberiya Perwerdeya Derdora Hewlêrê biryar daye ku ew dibistan ji bo xwendevanên dibistaneke din bê dayîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev 3 roj in xwendevanên dibistana Ezmer ya komelgeha Pîrzîn a Hewlêrê xwendin baykot kirine, di wê dibistanê de 420 xwendevanên Rojavayê Kurdistanê dixwînin.

Sedema baykotê jî ew e ku Rêveberiya Perwerdeya Derdora Hewlêrê biryar daye ku ew dibistan ji bo xwendevanên dibistaneke din bê dayîn û xwendevanên wê dibistanê ji bo dibistaneke din bên veguhestin.

Jinek ji malbatên xwendevanan dibêje, Neteweyên Yekbûyî ew dibistan ji bo xwendevanên Rojavayê Kurdistanê dirust kiriye, ew razî nabin ku zarokên wan ji bo dibistaneke din bên veguhestin.

Dayika xwendekarekê Şukrîye cemîl dibêje: “Rojav ku ev dibistan çêkirî ji bo xwendekarên Sûrî çêkirin, lê niha ji me re dibêjin bila zarokên we herin dibistaneke din. Ev biryareke şaş e. Ez zarok hemû yên vê dibistanê ne û dibistan ji bo wan hate çêkirin, çima herin dibistaneke din. Dewam dubeş bû, beşek ji bo pola 1 heta  pola 6 bû û dewama din jî bo pola 7 heta pola 9 a keçan bo. Em wisa razî bûn, lê niha dibêjin bila zarok herin dibistaneke din.”

Bavê xwendekarekê Ebdulkerîm Mistefa jî got: “Xwendekarên Rojavayê Kurdistanê ev bû 5-6 sal xwendinê li vê derê dikin. Wezareta Perwerdeyê biryar daye ku xwendekarên Rojava vê derê vala bikin, lê ev biryar şaş e.”

Li kêleka Dibistana Ezmarê,  Dibistana Xelat a kuran heye ku ji 500î zêdetir xwendekarên wê hene û biryar e xwendekarên Rojavayê Kurdistanê biçin wê dibistanê û xwendekarên wê jî biçin Dibistana Emarê, lê xwendekarên wê nerazî ne.

Dibistana navîn a keçan niha li bazarê ye û malbatên wan jî  ji veguhestina dibistanên keçên xwe ne razî ne.

Biryara danûstendina xwendekaran ji aliyê Komîteya Perwerdeya Derdora Hewlêrê hatibû dayîn ku biryar bû di destpêka meha Tebaxê de pêk bihata, lê ev biryar hate rawestandin.

Rêveberê bi wekelate ê Perwerdeya Derdora Hewlêrê Mihemed Reşîd, dibêje, ew biryar ji ber hejmara xwendevanan li wan dibistanan hatiye dayîn, lê ji ber nerazîbûna hin malbatên xwendevanan ew biryar îsal hatiye rawestandin.

Li Komelgeha Pîrzîn neh dibistan hene ku nêzî 9 hezar xwendekar lê dixwînin û kêmasiya xizmetguzariyan li dibistanan yek ji pirsgirêkên sereke yên vê komelgehê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst