Hewlêr: Hakan Fîdan serdana Bereya Tirkmenî ya Iraqê kir

05-10-2022
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan Bereya Tirkmenî ya Iraqê Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan li Hewlêrê serdana Bereya Tirkmenî ya Iraqê kir. Endamê Ofîsa Siyasî ya Bereya Tirkmenî ya Iraqê serdana Hakan Fîdan bo Bereya Tirkmenî ya Iraqê normal bi nav kir û got, “Ji bo bihêzkirina peywendiyan e.”

Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan roja Sêşemê 4ê Îlona 2022an li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê serdana Bereya Tirkmenî ya Iraqê kir.

Serokê Fraksiyona Bereya Tirkmenî ya Iraqê ya li Parlamentoya Kurdistanê ragihand, wan ji Hakan Fîdan re gotiye ku li Herêma Kurdistanê mafê Tirkmenan hatine dayîn.

Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê Hesen Tûran, roja Sêşemê 4ê Cotmeha 2022an du wêneyên xwe û hejmarek berpirsên Bereya Tirkmenî ya Iraqê li navenda partiya xwe ya Hewlêrê bi Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan re belav kir û nivîsî, “Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê Hesen Tûran li navenda Bereya Tirkmenî ya Iraqê ya li Hewlêrê bi amadebûna serkirdeyên Bereya Tirkmenî ya Iraqê pêşwazî li Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan kir.”

Her wiha Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aydin Marûf jî ew du wêne belav kirin.

Endamê Ofîsa Siyasî ya Bereya Tirkmenî ya Iraqê Emîr Îzzet îro Çarşemê 5ê Cotmeha 2022an ji Rûdawê re ragihand, serdana Hakan Fîdan li Hewlêrê tenê ji bo berpirsên Bereya Tirkmenî ya Iraqê û di çarçoveya peywendiyên normal de bûye.

Hakan Fîdan di 11ê Îlonê de çûbû Bexdayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst