Lêkirina nexweşxaneya bajêr a Amedê 6 meh in hatiye rawestandin

05-10-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Lêkirina nexweşxaneya bajêr a Amedê 6 meh in hatiye rawestandin
Lêkirina nexweşxaneya bajêr a Amedê 6 meh in hatiye rawestandin
Nîşan Amed Nexweşxaneya Bajêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkirina nexweşxaneya bajêr a li Amedê ku biryar bû ji hezar textan pêk bê ev 6 meh in rawestiyaye. Ji ber ku kompanya ku ev nexweşxane çêdike ji ber lêçûnên zêde girêbest bi yek alî betal kir û îhaleya nû jî çênebûye. 439 donimên ku ji bo nexweşxaneyê hatiye terxankirin weke şantiyeyeke terikandî maye.

Piraniya welatiyên li Amedê dixwazin nexweşxane demildest bê lêkirin û bajar di aliyê xizmetgûzariya tenduristiyê de bi pêş bikeve. Zeviya ku ji 439 donuman pêk tê beriya salekê ji bo nexweşxaneya bajêr hate terxankirin.

Di 23ê tebaxa 2021an de îhaleya vê nexweşxaneyê ji aliyê kompanyayekê ve bi milyarek û 93 milyon û 312 hezar lîreyê Tirkî hate bi dest xistin. Zeviya nexweşxaneyê ji aliyê kompanyayê ve bi lewhe û têlbendan hate girtin û xebata lêkirina nexweşxaneyê dest pê kir.

Di 4ê nîsana 2022an de bi hinceta ku li Tirkiyê giraniyeke zêde heye û ew pere xwe xilas nake, kompaniyê girêbest bi awayeke yekalî betal kir. Li gorî rêveberên AK Partiya Amedê biryar hatiye girtin ku careke din îhaleya nexweşxaneyê bê kirin.

Serokê AKPê yê Amedê M.Şerîf Aydin derbarê nexweşxaneyê de axivî û got, “Hefteya borî jî ez bi wezîrê me yê tenduristiyê rêzdar Faxredîn Koca re bûm. Vê mijarê pê re axivîm. Hemû amadekarî qediyane. Di meha Îlonê de dê îhaleya vê nexweşxaneyê ji nû ve bê kirin û avahiya vê nexweşxaneyê dê di îlonê de li Amedê bilind bibe.”

Serokê AK Partiya Amedê di 1ê îlonê de bi daxuyaniyek eşkere kiribû ku dê îhaleya vê nexweşxaneyê di meha Îlonê de bê kirin lê Îlon çû û meha Cotmehê dest pê kir, hîn jî îhale çênebûye.

Hevserokê SESa Amedê (Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê) Şiyar Guldîken li ser rawestandina lêkirina nexweşxaneyê anî ziman, “Me ji gerînendeyê bajêr jî pirsî, me ji Wezîrê Tenduristiyê jî pirsiye. Got fîrmayekê girtiye, xwediyê fîrmayê gotiye ev lêçûn min xilas nake, ez xwe tasfiye dikim. Baş e te tasfiye kiriye, te çima heta niha îhale venekiriye? Vaye bû pênc meh. Tu çima îhaleyê venakî?”

Nexweşxaneya bajêr ger bê lêkirin li gorî projeyê ji hezar textan pêk tê. Nexweşxane hîn jî nehatiye lêkirin lê di rojeva hemû Amedê de bi awayekî cih digire. Her welatiyek bi nêrîneke din nêzî vê nexweşxaneyê dibe.

Welatî Mehdîn Yakar li ser rawestandina lêkirina nexweşxaneyê anî ziman, “Budçe venaqetînin ji ber vê yekê wan daye sekinandin. Em pir dixwazin ew der bê çêkirin.”

Welatî Mihemed Olmez jî got, “Amed bajarekî mezin e. Nexweşxaneyên me têrê nakin. Heger çêbikin dê pir baş be.”

Welatî Gul Seren li dijî lêkirina nexweşxaneyê derket û anî ziman, “Na. Naxwazim. Bila fabrîqe çêkin. Çima nexweşxane? Çend heb nexweşxane ji xwe hene.”

Welatî Mihemed Îlerî got, “Ez wisa dizanim ku bi zanebûn dane sekinandin. Ji xwe wextê bingeha wê jî avêtin nerast bû. Ji bo xelkê bixapînin wisa dikin.”

Welatî Şefîk Ozkaya got, “Fêdeya wê ji bo welatê me heye. Tiştekî baş çêbe baştir e. Lê gere nîvco bihêlin nebaş e. Ger di nîvî de bihêlin di zirara me hemûyan de ye.”

Li tevahiya Tirkiyê heta niha 12 nexweşxaneyên mezin ên bajêr hatine lêkirin û lêkirina 10 nexweşxaneyan jî berdewam dike. Li bajarên Bakurê Kurdistanê heta niha nexweşxaneya bajêr a Xarpêtê qediyaye. Biryar e li Amed, Dîlok û hin bajarên din jî nexweşxaneyên bajêr bêne lêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst