Hêzên Tirkiyê 5 gundên Til Temir û Zirganê topbaran kirin

05-10-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava Til Temir Zirgan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve gundewarên her du bajarokên Zirgan û Til Temirê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), hêzên Tirkiyê û komên çekdar gundên Derdara û Eboş ên ser bi bajarokê Til Temir ve topbaran kirine.

Herwiha gundên Mişêrfe, Esediye û Şor ên ser bi bajarokê Zirganê li bakurê rojhilatê Til Temir jî di 24 demjimêrên bihorî de ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatine topbarankirin.

Li gor agahiyan, di encama topbaranan de jinek birîndar bûye û zirarên maddî gihîştine gundên ku hatine topbarankirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst