Di erdheja Xoyê de 528 kes birîndar bûn û 50 xanî herifîn

05-10-2022
RÛDAW
Nîşan Urmiye Xoy Erdhej Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara birîndarên erdheja bajarê Xoy ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê gehişte 528 kesan û 50 xanî jî bi tevahî herifîn.

Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Mu`temdiyan ragihand ku 528 birîndarên erdheja Xoy bo nexweşxaneyê hatine veguhestin, ji wan 135 kes hatine razandin û yên din piştî wergirtina çareseriyê, nexweşxane bicîh hiştine.

Rêveberê Hewarçûnê li Zanîngeha Pizîşkî ya Xoyê Mucteba Qemerî dibêje, 68 kes ji ber dest, ling û serê wan şikestine li nexweşxaneyê hatine razandin.

Parêzgarê Urmiyê herwiha dibêje, erdhejê 12 gundên ser bi bajarê Xoy li xwe girtine, zerar gehiştine 500 xaniyan, 50 xanî bi tevahî rûxiya ne û 450 xanî bi rêjeya ji sedî 20 heta 50 zerar gehiştiye wan.

Li gor rapora Navenda Tomarkirina Erdhejan a Îranê, erdhej vê sibê roja Çarşembê demjimêr 03:51 deqe bi dema Rojhilatê Kurdistanê çêbûye û navenda erdheja bi hêza 5.4 pile 7 kîlometre dûrî bajarê Xoy ê bakurê parêzgeha Urmiyê bûye. Li gor raporta wê navendê ji demjimêr 04:00 heta 07:00ê serê sibehê nêzîkî 20 erdhejên biçûk û paşlerze li wê navçeyê çêbûne.

Rasatxaneya Kandilli ya Tirkiyê jî ragihandibû ku îro Çarşembê 5ê Cotmeha 2022ê demjimêr 03:21 deqe li bajarê Xoy erdhejek bi hêza 5.8 pile û kurahiya pênc kîlometre çêbûye. Herwiha navenda wê bajarê Xoy bûye ku 62 kîlometre dûrî bajarokê Elbak ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye. Li herdû parêzgehên Wan û Colemêrgê jî hest bi erdhejê hat kirin ku ligel Rojhilatê Kurdistanê hevsînor in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst