PZK: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdê

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Zimanê Kurdî (PZK) bi armanca ku nûnertiya xwe li parêzgeha  Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ava bike, li avahiya KESKê ya wî bajarî civînek saz kir û diyar kir ku heta zimanê Kurdî bibe xwedî statûyeke fermî ew dê xebatên xwe bidomînin.

Lijneya Platforma Zimanê Kurdî ragihand ku li avahiya KESKê ya Mêrdînê bi armanca li Mêrdînê nûnertiya xwe ava bikin ligel partiyên siyasî û zimanzanan civiyane û li gel berdevkê PZKyê Şerefxan Cizîrî, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahit Aba, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Zeyad Ceylan, Serokê Teşkîlata Mêrdînê yê PSKyê Sslih Omerî, endamê Meclîsa PAKê Omer Erdem, Serokê PA Ayetullah Aşiti, nivîskarê Kurd Emin Karakulak, nûnerê PDK-Platformê Mamoste Seîd,rêvebira  HDPê ya Mêrdînê Perihan Agaoglu û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Mêrdînê  Veysi Parildi beşdarî civînê bûne.

Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî derbarê vekirina nûnertiya platformê daxuyaniyek da û got: “Em dê  li Mêrdînê û hemû navçeyên wê xebatên zimanê Kurdî bi rê ve bibin. Me li ser du esasên bingehîn dest bi xebatên xwe yên Platformê kirin. Ya yekemîn perwerdeya bi zimanê Kurdî û ya duyemîn jî ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê ye. Pêwîst e di hemû sazî û dezgehên dewletê de zimanê kurdî were axaftin û qebûl kirin. Bi taybetî ji divê ji dibistana dayikê heta zanîngehê perwerdehiya bi zimanê kurdî were dayîn.”

Cizîrî bal kişand ser kesên ku dibêjin zimanê kurdî ne zimanekî pedegojîk e û got: “Siyasetmedar û rojnamegerên ku derbarê zimanê kurdî de ti agahiya wan nebe çawa li ser nirxandinê dikin. Kesekî ku bi zimanekî nizane çawa dikare  derbarê wê de bibe xwedî nêrîn û weke zimanekî nepedegojîk pênase bike. Ev dîtin û nêzîkatiyên pûç in. Em dikarin van nêrînên wan bi mînakan ji pûç bikin. Li Rojava û li Başûrê Kurdistanê bi zimanê Kurdî perwerde tên dîtin û weke zimanê fermî di hemû sazî û dezgehan de tên bikaranîn. TV, ajans û rojnameyên me yên ku bi zimanê kurdî weşanê dikin hene. Berhemên bi zimanê kurdî hene. Ev jî dîtinên wan pûç dike.”

Platforma Zimanê Kurdî ku bi beşdariya DBP, HDP, PÎA, Partiya Komunîst a Kurdistanê, PSK, PAK, PDK-T, Platforma Demokratên Kurd û Partiya Azadî hatiye damezirandin armanc dike ku Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê.