Li Çewlîgê ambulans û otomobîlê li hev dan: 7 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bongilan ser bi parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek û ambulansekê li hev dan û 1 pitik bi tevayî 7 kes birîndar bûn.

Li navçeya Bongilanê li herêma Besta Masala li ser rêya Mûşê otomobîlek û ambulansekê li hev dan.

Di encam de ambulans qulibî û yek jê pitikeke 2 mehî bi tevayî 7 kes birîndar bûn. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneyên Dewletê yên Bongilan û Çewligê hatin veguhestin.

Herwiha zaroka birîndar ji ber ku rewşa tendirustiya wê giran bû piştî midaxeleya li Çewlîgê bo parêzgeha Xarpêtê hat şandin.