Li Efrînê çekdarên Hemzat darên gundê Maratê dibirin

05-10-2021
Hisên Omer
Çekdarên grûpa Hemzat li Efrînê darên gundê Maratê li rojavayê Efrînê dibirin.
Çekdarên grûpa Hemzat li Efrînê darên gundê Maratê li rojavayê Efrînê dibirin.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa el-Hemzat ser bi opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê darên daristanên derdora gundê Maretê ya li rojavayê bajarê Efrînê dibirin.

Çavkaniyeke taybet ji navçeyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, çekdarên grûpa Hemzat a girêdayî Tirkiyê dest bi birîna darên daristanên navçeyê kirine.

Li gor heman çavkaniyê, di demsala payizê de, birîna daran ji aliyê grûpên çekdar û Ereb û Turkmenên hawirde ve zêde dibe daku wekî êzing bo demsala zivistanê bifiroşin.

Ji dema ku herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin, bi sedan hektar daristan hatine birîn û şewitandin. Herwiha nêzîkî 700 hezar darzeytûn û darên fêkî li herêmê hatine birîn.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji sala 2018an ve ji aliyê Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên ser bi wî welatî ve hatiye dagîrkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst