KCK: Dewletbûn û Kurdistana yekgirtî dê gelek pirsgirêkan bi xwe re bîne

05-10-2021
RÛDAW
Nîşan KCK Besê Hozat Cemîl Bayik PKK’
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Konseya Rêveber a KCKê Bessê Hozat ve Cemîl Bayik diyar kirin ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Kurdistana yekgirtî rast nabînin û dibêjin: “Dewletbûn û Kurdistana yekgirtî dê gelek pirsgirêkan bi xwe re bîne û ji ber ku dê nikaribe pirsgirêkê çareser bike, rast nabîne, ji aliyê din ve jî ji ber ku ev tişt dê neteweyê azad, demokratîk û serbixwe neke, wan jî rast nabîne.”

Hevserokên Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat û Cemîl Bayik pirsên nivîskî yên Alf Beckînsale ku li ser PKKê lêkolînê dike, bersivand.

Hozat û Bayik li ser pirsa gelo “KCK û rêxistinên girêdayî wê gelo hedefa wan Kurdistaneke serbixwe yan jî Kurdistaneke otonom e?” gotin: “Têgeha dewleta serbixwe, li ser bingeha berjewendiya birjûwaya neteweyî hatiye îfadekirin. Netewe dewlet di rastiya xwe de ne dewleteke serbixwe ye. Ji ber vê jî dê ne rast be ku mirov têgeha Kurdistanê û têgeha dewleta serbixwe bîne ba hev. Ev jî dê were wateya ku mirov vê zext û mêtingeriya çînên serwer ên ku dixwazin li ser neteweyê yekdestiya mêtingerî û zextê ava bike, meşrû normalîze bike. Ji ber vê jî mirov têgeha Kurdistana serbixwe wekî dewleta serbixwe fêm bike, ango Kurdistana serbixwe wekî netewe dewletê binirxîne û wisa bifikire ku heke dewleteke serbixwe pêk were wê serxwebûn pêk were, gelekî şaş e.”

Bi gotina Hozat û Bayik; “teqez e ku PKK Kurdistaneke azad, serbixwe û demokratîk dixwaze” lê ew wê wekî netewe dewlet û dewleta serbixwe nanirxînin.

Di berdewamiya axavtina xwe de hevserokên PKKê dibêjin: “Rêber Apo Kurdistaneke xweser a ku xwe dispêre civaka azad û demokratîk dixwaze. Li Rojhilata Navîn bêyî ku sînorên dewletan biguherîne, xwestina Kurdistana konfederal a demokratîk ku her çar parçeyên Kurdistanê têkiliyên siyasî, civakî, çandî û ekonomîk bi hev re datînin, wekî azadbûna herî rast û yekîtiya neteweyî dibîne. Dewletbûn û Kurdistana yekgirtî dê gelek pirsgirêkan bi xwe re bîne û ji ber ku dê nikaribe pirsgirêkê çareser bike, rast nabîne, ji aliyê din ve jî ji ber ku ev tişt wê neteweyê azad, demokratîk û serbixwe neke, wan jî rast nabîne. Diyar dike ku ev tişt dê gelê Kurd û Kurdistanê ji  rastiya Kurdistana demokratîk û serbixwe dûr bixîne.”

Li ser pirsekê derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî hevserokên KCKê dibêjin: “Jiyana bi qasî 8 salan a bê serweriya dewletê bûye zemîna geşedanan. Dewlet li pêşiya her cure geşedanên siyasî û civakî asteng in. Ekonomî jî ji bo dewletê qadeke talanê ye. Dewlet saziyeke mezin e, têrkirina wê civakê ziwa dike. Di bin hebûna dewletê de civak bêîrade dibe. Ji ber vê jî jiyana bêdewlet civak û kesan dike xwedî îrade. Jixwe bêdewletbûn di heman demê de tê wateya demokrasiyê. Ji ber vê di 8 salan de li Rojava di gelek waran de tecrubeya demokrasiyê pêk hatiye.”

Hozat û Bayik îdia dikin ku di destkeftiyên Herêma Kurdistanê bandora PKKê hebûye û dibêjin: “Di destkeftiyên Başûr de bandora diyarker a PKKê heye. Bêguman gelê Başûr û hêzên siyasî jî têkoşiyane. Lê ku PKK derneketiba ser qada dîrokê û têkoşîneke mezin nedabûya, li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bandoreke girîng a siyasî neanîbûya, destkeftiyên Başûr dê nebûna.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst