Yekgirtû dest ji yekem posta hikûmeta xwecihî ya Duhokê berda

05-10-2020
RÛDAW
Nîşan PDK Yekgirtû Duhok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) dest ji posta Sekreterê Encûmena Parêzgeha Duhokê berda û fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî Endamê Encûmena Parêzgeha Duhokê Rizgar Sidiqî ji bo wê postê destnîşan kir.

Serokê Encûmena Parêzgeha Duhokê Fehîm Ebdullah ji Rûdawê re ragihand ku piştî Sekreterê Encûmena Parêzgehê Duhokê Ebdulsemed Têlî ku ser bi lîsteya Yekgirtûyê bû, dest ji kar berda, fraksiyona PDKê civînek saz kir û biryar da ku Endamê Encûmena Parêzgeha Duhokê Rizgar Sidiqî ji bo wê postê dane.

Fehîm Ebdullah da zanîn ku di nêzîktirîn demê de Encûmena Parêzgeha Duhokê dê kom bibe û deng li ser berbijêran bidin.

Rizgar Sidiqî endamê Desteya Rewşenbîrî û Hunerî li Encûmena Parêzgeha Duhokê ye û di sala 1982an de li navçeya Amêdiyê ji dayîk bûye beşa yasayê xwendiye.

Sala 2016an di navbera PDKê û Yekgirtû de li ser rêvebirina hevbeş a hikûmeta xwecihî ya parêzgeha Duhokê rêkeftinek îmze kirin. Li gor wê rêkeftinê, PDKê di rêveberiya Duhokê de 25 post dabûne Yekgirtû.

Di çarçoveya heman rêkeftinê de, Yekgirtû 18 post ji wan 25 postan wergirtibûn, ku Cîgirê Parêzgarê Duhokê, du rêveberên giştî û sê rêveberên nahiyeyan ji wan postên wergirtî bûn

Rêkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê (Yekgirtû) ya bo hikûmeta xwecihî ya Duhokê ji aliyê PDKê ve hat hilweşandin. Serokê Fraksyona Yekgirtû li Encûmena Parêzgeha Duhokê, Sebah Bapîrî ji Rûdawê re ragihand, PDK bi fermî Yekgirtî agahdar kiriye ku rêkeftina navbera wan hatiye hilweşandin û divê dest ji postên îdareya Duhokê berdin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst