Hûrgiliyên kuştina bazirganê Kurdê Êzidî li sînorê Duhokê

05-10-2020
Nayif Remezan
Nayif Remezan
Roja Yekşemê, bazirganê Kurdê Êzidî Beşîr Hisên Goriya li ser rêya Şêxan-Elqoşê hat kuştin.
Roja Yekşemê, bazirganê Kurdê Êzidî Beşîr Hisên Goriya li ser rêya Şêxan-Elqoşê hat kuştin.
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Bazirganêkî Kurdê Êzdî yê bi navê Beşîr Hisên Goriya êvariya Yekşemê li ser rêya serekî ya Şêxan - Elquş hat kuştin. Polîsan dest bi lêkolînê kirine lê heta niha kujer nehatine girtin.

Beşîr Hisên Goriya ê 44 salî ku bavê 4 zarokan e, li ser rêya navbera Şêxan-Elqoş di êrîşeke çekdarî de hatiye kuştin, dema ku ji merasima şîna rêberê rûhanî yê Kurdên Êzidî, Babe Şêx li Şêxanê vedigeriya. Ew bazirganê Kurd, bi karên xwe yên xêrxwazî û bi taybet alîkariyên ji bo xelkê hejar û çalakiyên jib bo Kurdên Êzidî dihat naskirin.

Dema ku ew bazirganê Kurd di nava otomobîla xwe de rastî êrîşê hatiye, ew bi tenê nebûye û du kesên din pê re bûne, ku Cewer Sedo yek ji wan kesan e ku di otomobîlê de pê re bûye.

Cewer Sedo ji Rûdawê re behsa bûyerê dike û dibêje: “Em hatin otomobîleka sor li pêşiya me sekinîbû, dema ku otomobîla me dît, hate xwarê û bi demançeyê teqe kir, fîşekên demançê ku xilas bûn, bi çekê teqe kir. Min xwe ji otomobîlê avête xwarê û ez deh pêngava ji otomobîlê dûr bûm, eger xwastiba dê ez kuştibam. Min kesek dît ji otomobîlê daket, em jî sê kes bûn, ez û biraziyê min û Beşîr, ku wî otomobîl dihajot.”

Beşîr xelkê gundê Mişrifiye yê ser bi bajarokê Elqoşê yê qezaya Tilkêfê ve ye. Li deverê weke kesekî xêrxwaz û navdar dihate naskirin, lewma xelkê deverê ji kuştina wî gelek xemgîn bûne.

Zeîm Kirêt ku pîşeyê wî mamostatî ye, derbarê kesatiya wî bazirganê Kurd de dibêje: “Dawî karî wî yê pîroz ew bû ku malek bo zarokên bê semiyan (sêwî) vekir, ku ew zarokên di şerê DAIŞê de bê dayik û bav bûne, wî xwedan kirin û mezin kirin û mesrefa wan li stuyê xwe girtibû, ji bilî hindê yek ji wan kesan bû ku di meydana Kurdistanê û Êzîdxanê de çend holên helkeft û taziyan li ser hesabê xwe vekirine û çend cadeyên Komelgehê jî qîr kirine, li gel hindê jî her kesekî serdana wî kiriba, bi destê xalî nedizivirî. ”

Rêvebera Bajarokê Elqoşê, Lara Zara ji Rûdawê re got, “tekez lêkolîna derbarê bûyerê de dê rêkarên xwe werbigire bo aşkerekirina rastiya bûyerê û dadperwerî jî rêkarê xwe dike ji bo yekalîkirina maf. Detpêkê, belgeyên temam li ser bikujê serekî li ber dest nînin, lê dezgehên emnî karên xwe dikin û ez piştrast im ku di dema çend demjimêrên bihê de bikujê serekî yê vê bûyera bi êş dê aşkere bibe.”

Ew bazriganê Kurd, xwediyê projeke xêrxwazî ya xwedîkirina zarokên sêwî bû û 360 zarokên sêwî xwedî dikirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst