Herêma Kurdistanê zêdeyî 28 milyar dolaran deyndar e

05-10-2020
A+ A-

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di raporta karê kabîneya xwe de ku li parlamentoyê pêşkêş kir, amaje bi deynên Herêma Kurdistanê kir û ragihand, Herêma Kurdistanê zêdetirî 28.4 milyar dolaran deyndar e.

Bi gotina Mesrûr Barzanî, zêdetirî 7 milyar û 256 milyon dolaran deynên navxwe li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye, herwiha zêdetirî 3 milyar û 916 milyon dolar jî deyên Banka Bazirganî ya Iraqê û Banka Kurdistanê ya Navdewletî li ser hikûmeta herêmê heye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, pabendiyên darayî yên hikûmetê jî zêdeyî 8 milyar û 337 milyon dolar e û herwiha pabendiyên darayî yên hikûmetê yên taybet bi paşekewta mûçeyan jî zêdetirî 8 milyar û 966 milyon dolar e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst