Xelkê Erzeromê hewl didi girîngî bi berhemên wan were dayîn
Enqere (Rûdaw) - Cotkar û ajeldarên Bakurê Kurdistanê hewl didin ku zêdetir giringî bi berhemên wan were dan. Bi vê armancê jî bi taybetî li Enqerê gellek caran bername û festival tên encam dan. Yek ji wan bernameyan jî ji aliyê Federasyona Komeleyên Erzeromê ve hate birêve birin û Erzeromî daxwaz dikin ku berhemên wan weke “berhemên taybet bi Erzeromê” werin tomar kirin.
Serheda Bakurê Kurdistanê û bi taybetî jî Erzerom di warê berhemên ajeldarî de cihekî dewlemend e. Beşek ji wan berheman di asta cihanê de tên naskirin.
Saziyên bajarê Erzeromê jî hewl didin ku beşek ji wan berheman li ser navê bajarê xwe tomar bikin. Yek ji wan berhaman jî kebaba caxê ye ku tenê li Erzeromê tê çêkirin û proseya tomarkirina wê jî hatiye temamkirin.
Derbarê mijarê de hostayê kebaba caxê Ufuk Horasan ji Rûdawê re got: “Kebaba Caxê ya Erzeromê ye û kebabeke xweş û navdar e. Ji goştê berxan tê çêkirin. Goşt ji hestiyan tê cudakirin û bi pîvaz û xwê tê amadekirin û li caxan tê girêdan. Em ji van şîşan re dibêjin cax.”
Herwiha li Erzeromê penîrê kîfkî ku dibe gellek kes bêjin nayê xwarin, lê li Erzeromê pênîrê kîfkî weke dermanê heft derdan tê zanîn. Tevî hemû serlêdan û hewlan penîrî kîfkî heta niha li ser navê Erzeromê nehatiye tomarkirin.
Berpirsê Berhemên Xwemalî li Odeya Zîraatê ya Erzeromê Serkan Yildirm jî dibêje: “Em penîr dixin bîdonan û em li şikeftên Erzeromê vedişêrin. Heta ku roja wê were. Penîr di şikeftê de reşokî dibe, em dibêjin reşokî. Ev penîre li Erzeromê antibiyotîk e, derman û şîfa ye.”
Piraniya Berhemên Erzeromê berhemên ajeldariyê ne, çimkî ji ber hewayê negoncaw û sar berhemên cotkarî li Serhedê kêm in. Lê li Erzeromê heman demê genim jî tê çandin û dolmeya qedayîfe jî ji arê genimê Erzeromê tên çêkirin.
Hosteyê qedayîfa Erzeromê Talat Usta jî got: “Qedayîfa dolmeyên me ji arê Erzeromê çêdibe, em arê xwe dibin û li aşên reş didin û dikin qedayîf. Qedayîfa me sivik e. Piştî ku me qedayîf amade kir em gûzan dixinê û badinin û dikelînin.”
Ji her sê berhemên navborî heta niha tenê kebaba cax weke berhemekî taybet bi Erzeromê hatiye tescîlkirin. Fedarasyona Komeleyên Erzeromê jî hewl dide ku çend berhemên din jî li deftera wezarate çandinî û alejdarî weke berhemên taybet bi Erzeromê bide tomarkirin.