Fuad Husên: Nêçîrvan Barzanî û Bavil Talebanî 2 saet berî civînê li hev kiribûn

Hewlêr (Rûdaw) - Dr. Fuad Husên spasnameyek belav kir û têde behsa rêkevtina Nêçîrvan Barzanî û Bavil Talebanî ya berî civîna parlemana Iraqê bi du demjimêran dike û herweha sedemên xwevekişandina ji hevrikiya posta serokomariyê jî eşkere dike.

 

Dr. Fuad Husên spasiya serok Barzanî dike, ku ew berbijêr kiribû û herweha pesna rol û keda şanda PDKê li Bexdayê bi serokayetiya Nêçîrvan Barzanî dide ku ji bo piştevanîkirina wî çûbû Bexdayê.

 

Dr. Fuad Husên dibêje, piştî berbijêrkirina wî, wan wiha fêm kir ku dê prose di çarçoveya îradeya nûnerên Herêma Kurdistanê yê li Bexdayê de be, yan jî li ser bingeha rêkevtina herdu aliyên sereke be û got, ew dilxweş bû ku Nêçîrvan Barzanî û Bavil Talebanî di navbera xwe de li hev kirin ku berbijêrekî pêşkêşî parlamantoyê bikin, ji bo vê yekê jî du saetan berî civîna parlamebtoy bi hev re civiyan.

 

Di beşeke din a spasnameya xwe de, Fuad Husên dide xuyakirin, ku ew matmayî man dema ku tevî rêkevtina bi YNKê re, civîna parlamentoya Iraqê destpê kir û aliyê din ku mebesta wî YNKê ye berbijêrê xwe venekişand û çû nava hevpeymaniyên cuda cuda ligel hêzên Iraqî û pabendî lihevkirina ligel PDKê û sozên xwe nebû.

 

Li gora baweriya ku yekalîkirina berbijêrê posta serokomar mafê pêkhateya Kurde, wan biryar dan xwe ji wê proseyê vekişînin.

 

Dr. Fuad Husên eşkere kir, ku ew bi pêwîst dibînin ku haya hemû aliyan ji rastiyan hebe. Herwiha spasiya serok Barzanî dike, ku ew ji bo posta serokomariyê berbijêr kiribû û spasiya Nêçîrvan Barzanî û şanda pêre jî dike, ku ji bo piştgîrîkirina wî çûbûne Bexdayê û beşdarî danûstandinên bi aliyên Iraqî bûbûn.


Ji bo posta serokomariya Iraqê, Partiya demokrata Kurdistanê vê carê Fuad Husên weke berbijêrê xwe diyar kiribû. Herwiha Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê jî bi fermî ragihandibû, ku berbijêrê wan tenê Berhem Salih e.

 

Roja 2ê Cotmeha 2018ê di civîna parlamentoya Iraqê de, berbijêrê YNKê Berhem Salih weke serokomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin, lê ew yek rastî nerazîbûn û bertekên PDKê hat. PDK ragihandiye, ku YNKê rêkevtina navbera herdu aliyan binpê kiriye û girêdayî sozên xwe nebûye.