YNK: Eger komîsyon dozên me li ber çavan negire, me dê helwestek cudatir hebe

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê daxuyaniyek li ser encamên hilbijartinên parlemena Kurdistanê da û têde ragihand, eger Komîsyona Hilbijartinan dozên siyasî û îspatkirî li ber çavan negire, ew dê helwestekî cudatir nîşan bidin.

 

Saziya Hilbijartinan a YNKê herwiha di daxuyaniya xwe de dibêje, ragihandina %85ê encamên hilbijartinan, li cem wan zêdetir guman çêkiriye û wan beriya encamdana hilbijartinan jî daxwaza paqijkirina lîsteya tomara dengderan kiriye.

 

Li gorî daxuyaniyê Saziya Hilbijartinan a YNKê dibêje, wan herwiha li Komîsyona Hilbijartinan û Encûmena Dadweriyê jî doz tomar kirine, lê bêyî ku ti hincetek hebe, ew daxwazên wan li ber çavan nehatine girtin.

 

Saziya Hilbijartinan a YNKê dide xuyakirin, ku herî dawiyê şeva beriya hilbijartinan jî, komîsyonê hinek biryarên lezgîn derxistin û ji ber wê yekê jî bi hezaran kesan nekarîn dengên xwe bidin.

 

Wê saziya ser bi YNKê ve herwiha ragihandiye, ku divê Komîsyon li gorî rola xwe ya dîrokî kar bike û bi awayekî bêalî, di çarçoveya yasayn de bixebite û wan hemû dozan yekalî bike ku hatine tomarkirin, nexwe ew dê helwestekî cudatir nîşan bidin.