Dengê teqînan li Urmiyê: Artêşa Îranê daxuyanî da

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê dengê 2 teqînan hat bihîstin û li ser wê yekê artêşa Îranê daxuyaniyek belav kir.

 

Li gorî medyayên Îranê duh çarşemiyê 4ê Cotmeha 2017ê  dengê 2 teqînan li nava bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê hat bihîstin.

 

Dengê wan teqînan bi qasekî bihêz bûn, ku li gelek cihên bajêr bi hêsanî hat bihîstin û ji ber wê yekê tirs di nava xelkê de belav bû.

 

Çend çavkaniyên ji bajarê Urmiyê dibêjin, bi sedema wan teqînan avahiyên li hin taxên bajêr hejiyane û ji ber vê yekê tirs li cem xelkê peyda bûye.

 

Aliyên pêwendîdar ên hikûmeta Îranê heta derengiya şevê derbarê wan dengên teqînan de ti daxuyanî û ronêkirinek nedan, lê belê îro pênşemiyê artêşa Îranê derbarê dengên teqînên li Urmiyê de daxuyaniyek da.

 

Biryargeha Herêmî ya Bakur-Rojavayê artêşa komara îslamiya Îranê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku duh danê sibê manovrek li cihê qereqola Leşkera 64 a Urmiyê hat encamdan ku têde gulleyên plastîkî û yên rahênana leşkerî hatin bikaranîn û dengên teqînên ku hatine bihîstin, têkilî bi wan rahênanan û manovreyan heye.

 

Di vê daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, ku manovra leşkerî ya rahênanî dê roja pênşemiyê heta danê piştî nîvro jî berdewam be.