Zewac li Rojavayê Kurdistanê kêm bûye

05-10-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Hevjînî li Rojavayê Kurdistanê rastî astengiyên mezin hatiye, wek qelen û bêkarî û koçberî û rewşa ne asayî û hemû kirîzên ku ji ber şerê navxwe rê li ber hevjîniyê girtiye. Di heman dem de gelek keç û xort jî çûne nava rêzên şervanên kurd û li dijî DAIŞê şer dikin.

 

Hevjînîtî li Rojavayê Kurdistanê piştî şerê şeş salan bûye diyardeyeke kêmdîtî.


Nebûna kar û zêdebûna rêjeya bêkariyê li Rojavayê Kurdistanê, û bilindbûna nirxên kelûpelan bûne sedema ku hevjînî li vê herêmê kêm bibe.


Li aliyekî din şehîdbûna hejmareke mezin ji xortên kurd li qadên şer de, li dijî DAIŞê, herwiha koçberiya hejmareke din a mezin ji xortên kurd ji Rojavayê Kurdistanê ji ber krîza aborî hişt ku diyardeya nehevjîniyê xwe li Rojavayê Kurdistanê serdest bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst