KURDISTAN – Girêbest hate îmzekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo şefafkirina mijara hawirde û dahata naftê, ligel şîrketa cîhanî ya jimêryarî ya Deloitte, girêbest îmze kir.

 

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ragihand; “îro (05-10-2016) li bajarê Hewlêrê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel berpirsên şîreketa Deloitte girêbest îmze kir. Bi vê girêbestê re êdî nikare gumanan bixe ser pêvajoya derhênan, hinardekirin û dahata petrola Kurdistanê de çêbike.”


 


Di rêwresmê de Cîgirê Serokwezîr Qubat Talabanî, wezîrên Herêma kurdistanê, Serokê Dîwana Çavdêriya Darayî, Serokê Desteya Destpakî ya Herêma Kurdistanê jî amade bûn.

 

Şîrketa Deloitte şîrketeke amerîkî ye û li gorî datayan mezintirîn şîrketa mezin a jimêryariyê ye.

 

Li gorî vê girêbestê heta ev şîrket çavdêrî û piştrast neke, êdî Wezareta Çavkaniyên Xwezayî nikare ti raporkî derbarê derhênan, hinardekirin û firotina petrolê de eşker bike.

 



Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya projeya çaksaziyan de biryar daye ku dahatên petrolê şefaf bibin. Piraniya şîrketên mezin ên petrolê jî ligel vê şîrketê girêbest mor kirine.

 

Şîrketa Deloitte li gorî qazanca xwe mezintirîn şîrketa jimêryarî ya cîhanê ye. Navenda şîrketê li New Yorkê ye. 244 hezar karmendên Deloitte hene û li 150 welatên cuda kar dikin. Tê gotin qazanca salane ya vê şîrketê 36 milyar û 800 milyon dolar e.