Li Girê Miştenûrê çalakiya xwekujiyê

05-10-2014
RÛDAW
Nîşan Girê Miştenûrê çalakî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Girê Miştenûrê ya li ser Kobaniyê ku ev 3 roj in bênavber pevçûn pêk tên, endama Hêzên Parastina Jinê (YPJ) Arîn Mîrkan li dijî çekdarên DAIŞê çalakiya xwekujiyê pêk anî.

 

Li gorî nûçeya ANHAyê, li Girê Miştenûrê 5 êrîş hatin têkbirin. Pevçûn ji şevê din heta niha rû bi rû didomin.

 

Di nûçeyê de hat ragihandin ku fermandara tîma YPJê Arîn Mîrkan dora saet 16.00an li girî, “çalakiya fedaî” pêk anî, di encama çalakiyê de gelek endamên DAIŞê hatin kuştin.

 

Ji başûrê Girê Miştenûrê ber bi rojhilatê ve li 50 cihan şer û pevçûn rû dayîne.

 

Li gorî nûçeyê, di şerê ji danê nîvro heta niha didome de herî kêm 70 çekdarên DAIŞê hatine kuştin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst