Xwendekarên beşa kurdolojî: Sozên ku dabûn me bicîh neanîn

05-10-2013
RÛDAW
A+ A-
Mêrdîn (Rûdaw/AA) – Xwendekarên kurd yên ku beşa Kurdolojiya Enstîtûya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê qedandine, xwestin ku ew sozên ji bo damezirandina wan hatibû dayîn, bi cih werin. 

Xwendekarên kurd ên ku bo mamostatiya kurdî beşa kurdolojî ya Enstîtuya Zimanên Zindî ya zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê qedandine, wek nerazîbûna li hember pêknehatina sozên ku dane, daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Platforma Mamosteyên Kurdî ku ji xwendekarên derçû yên beşa kurdolojiya Artuklu pêk tê, li ber avahiya serokatiya zanîgehê kom bûn. 

Abdûlhekîm Baş li ser navê endamên platformê daxuyanî xwend û bi bîr xist ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di pûşpera 2012an de diya kir ku dê kurdî di dibistanan de wek dersa bijarte bê xwendin û piştî vê daxuyaniyê hin zanîngehan ji bo mamostetiya kurdî xwendekar girtin. 

Baş destnîşan kir ku di serî de Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan rayedarên hikûmetê, mûsteşarên Wezareta Perwerdeya Neteweyî û rayedarên YOKê der barê perwerdekirina mamosteyên kurdî de daxuyaniyên erênî dan. Baş got ku "Li ser sozên ku berê jî dabûn di pûşpera 2013an de Prof. Dr. Qedrî Yildirim, Parlementerê BDPê yê Bingolê Îdrîs Balûken û Parlementerê AK Partiyê yê Diyarbekirê Galîp Ensarîoglu bi Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci re hevdîtin pêk anîn û ji wî soza ku dê mamosteyên kurdî wek "bi peyman" bên tayînkirin, sitandibûn. Lê belê piştî ku dibistan vebûn Wezareta Perwerdeyê der barê vê yek de tu xebat nekirin." 

Baş îdia kir piştî ku nûçe ketin çapemeniyê ji rayedarên hikûmetê Arîkarê Serokwezîr Bûlent Arinç û Hûseyîn Çelîk jî daxuyanî dan û gotin ku dê mamosteyên kurdî bên tayînkirin û axaftina xwe wiha domand: "Heta îroj der barê vê mijarê de tu pêşketin çênebû. Divê Wezareta Perwerdeyê îstatîstîkên ka li kîjan bajar û navçeyê di çi radeyê de dersa kurdî hat hilbijartin, bi der xista û mamosteyên kurdî peywirdar bikira. Digel vê yekê em di wê baweriyê de ne ku li gor îstatîstikan tayînkirina mamosteyên kurdî jî guncav nîne. Ji ber ku gelek îdiayên ku dibêjin ji bo hilbijartina dersên bijarte rêyên şaş nîşan dikin, hene." 

Baş di daxuyaniya de got ku hin birêvebirên dibistanan li ser Formên Dersên bijarte dilîzin û ew dersên ku xwendaran hilbijartibûn bi hin dersên din re diguherînin û wiha axivî: "Digel ku mamosteyên kurd yên li benda tayînkirinê hene, hin birêvebirên dibistanan bi hinceta ku 'mamosteyên kurdî tune' nahêlin ku xwendekar dersa kurdî ya bijarte hilbijêrin û polan venakin. Hin agahiyên ku dibêjin digel bijartina dersên kurdî ev îstatîstîk bi awayekî rêk û pêk nagihêjin destê rayedaran, digihêjin me. Ev jî tê wê wateyê ku rêyên cuda didin ber xwendekarên ku dersa kurdî hildibijêrin. Wezareta Perwerdeya Neteweyî ji ber ku mamosteyên kurdî tayîn nake, mamosteyên ku kurdî baş nizanin dikevin dersan û ev yek jî dibe sedem ku hem mamosteyên kurdî betal bimînin hem jî ji ber ku xwendekar ji dersê sûd wernagirin ji dersê aciz dibin." 

Baş destnîşan kir ku divê demildest mexduriyeta mamosteyên kurdî bê çareserkirin û diyar kir ji ber sozên ku hatin dayîn gelek kesan dev ji karên xwe berdan û rastî zehmetiyên madî û manewî hatin. Arîkarê Rektorê Zanîngeha Mardîn Artukluyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim û hin akademîsyenên kurd jî piştgirî dan komê. Komê dirûşmeyên wekî "ji kurdî re azadî" "mamosteyan tayîn bikin" avêt û bê teşqele belav bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst