Serokê PWKyê: Divê hemû Kurd piştgiriyê bidin hewla Diakurdê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk ragihand ku divê hemû Kurd piştgiriyê bidin hewlên Diakurdê yên ji bo dadgehkirina Tirkiyeyê û neheqiyên ku di Peymana Lozanê de li Kurdan hatine kirin.

Konfederasyona Kurdên Diasporayê (Diakurd) ji bo dadgehkirina Dewleta Tirkiyeyê û neheqiyên Peymana Lozanê ku li Kurdan hatine kirin, serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) da û ew serlêdan hat qebûlkirin.

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk bi peyameke piştgiriya xwe ji bo vê hewla Diakurdê nîşan da û ew pîroz kir.

“Em palpiştê her pêngav û hewldên erênî ne”

Mustafa Ozçelîk di peyama xwe de wiha got:

“Em hêvî dikin Neteweyên Yekbûyî vê mijarê bixe rojeva xwe û ji bo qebûlkirina mafên neteweyî yê miletê Kurd gaveke erênî biavêje. 

Em birêvebirên Diyakurdê û parêzerên wan ji bo vê pêngava wan a girîng pîroz dikin.

Em wekî PWKyê di qada neteweyî û navneteweyî de, ji bo meşrûkirina mafê Kurd û Kurdistanê palpiştê her pêngav û hewldên erênî ne.

Bi vê hişmendîyê, em di wê baweriyê de ne ku divê hemû Kurd û Kurdistaniyên cîhanê piştgiriyê bidin vê hewla Diakurdê.”