Silêmanî - Hêzeke YNKyê dest danî ser saziyeke Mele Bextiyar

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzêke ewlehiyê li parêzgeha Silêmaniyê bi ser Dezgeha Rewşenbîriyê ya Çawdêrê de girt ku Mele Bextiyar xwediyê wê ye.

Dezgeha Rewşenbîriyê ya Çawdêrê ya endamê berê yê Ofîsa Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar e.

Karmendên ewlehiyê yên Dezgeha Rewşenbîriyê ya Çawdêrê ji herêmê hatin dûrxistin û hêzên ewlehiyê dest danî ser hemû kelûpelên wê dezgehê.

“Ev gaveke metirsîdar e”

Dezgeha Rewşenbîriyê ya Çawdêrê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û got:

“Em wekî Dezgeha Rewşenbîriyê ya Çawdêrê vê kiryarê şermezar dikin û vî karî wekî gaveke metirsîdar li ser azadiya nivîsînê, azadiya dîtin û nerînan û azadiya wijdanê dibînin.”

Li aliyê din, Saziya Darayî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxuyaniyek belav kir û da zanîn:

“Dezgeha Rewşenbîriyê ya Çawdêrê di destê YNKyê de ye û hemû pêdiviyên wê ji aliyê Saziya Darayî ya YNKyê ve hatiye dabînkirin ku êdî berpirsê wê ne endamê YNKyê ye.

Dezgeha Rewşenbîriyê ya Çawdêrê dê ji bo erkên rêxistinî were bikaranîn û cih dê ji saziyeke din re were veqetandin ku dê xizmeta berjewendiya giştî û geşepêdana Silêmaniyê û xelkê wê bike."

Mela Bextiyar beşdarî kongreya 5an a YNKyê nebûbû

Divê were gotin ku beriya kongreya 5an a YNKyê, Mele Bextiyar Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKyê bû.

Mele Bextiyar beşdarî kongreya 5an a 2023yan nebûbû.

Di kongreya 5an de Bafil Talebanî wekî Serokê YNKyê hatibû hilbijartin.

Mele Bextiyar li ser beşdarnebûna kongreya 5an û civîna xwe ya bi Bafil Talabanî re ji Rûdawê re wiha gotibû:

“Du salan berî kongreya 4an a YNKyê, min hest pê kiribû ku YNK ber bi çewisandina hemû nirxên azadiyê ve diçe.

Her wiha ez pê hesiyabûm ku YNK hêdî hêdî nefesa ciwanî û serbestiyê bi dawî dike.“