Desteya Jîngehê ya Cizîrê şûna zibil û gilêşê dike daristan

Hewlêr (Rûdaw)- Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser dest bi kampanyayeke paqijkirin û hişyariyê kir.

Desteya Jîngehê li kantona Cizîrê cihên zibil û gilêşê paqij dike û daran diçîne.

Endamê Ofîsa Hişyariyê yê Desteya Jîngehê ya Cizîrê Luqman Mela Salih li ser kampanyayê ji medyaya Rêveberiya Xweser re axivî.

Luqman Mela Salih diyar kir ku ew bi hevkariya şaredariyê projeyên çandina daran bi cih dikin.

“Me şûna zibildanê kir daristan”

Luqman Mela Salih amaje bi çêkirina daristanekê kir û wiha got:

“Me li derveyî Qamişloyê li cihekî ku berê zibildan bû daristaneke ku nêzîkî 4 hezar dar lê hene çêkir.

Her binpêkirineke li dijî jîngehê çê bibe em rê li ber digirin.

Her wiha bi rêya komunan me li nav xelkê dest bi kampanyayeke hişyariyê ya parastina jîngehê kiriye."

Desteya Jîngehê ya Cizîrê ji bo parastina jîngehê û rûbirûbûna guherîna avhewayê dest bi kampanyaya çandina daran kiriye.

“Divê nêrîna xelkê biguhere”

Berpirsê pêngava kampanyaya jîngehê Cabir Cindo jî behsa girîngiya çandina daran kir û got:

"Çareseriya herî bilez a ji bo rûbirûbûna guherîna avhewayê çandina daran e.

Mixabin xelkê me, wekî pirsgirêkeke ciwaniyê li daran û jînegehê temaşe dikin.

Ew bi xwe ne wiha ye, divê nerîna xelkê di vê pirsê de bê guhertin.

Pêwîst e xelk girîngiyê bide dar û jîngehê, divê xelk fêm bike çandina daran pileyên germahiyê kêm dike.

Lewma pêwîstiya me bi hişyariya xelkê heye.

Gelekî girîng e ku şaredarî di karê çandiniya daran û parastina jîngehê de karên pêwîst bikin."

Li gorî Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser, di warê parastina jîngehê de wan 6 mehên destpêkê yên salê girîngî daye 3 pirsên sereke.

Yekem çandina daran, duyem kontrolkirina kargeh û saziyên pîşesaziyê ya bi rêya tedbîrên standart ên navneteweyî û sêyem jî zêdekirina kargehên perwerdekirina hişyariya ekolojîk e.