Li Rihayê jî çalên mezin derketin holê

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî Konyayê li gundên Qereelî û Sûsikê yên navçeya Xelîliyê ya parêzgeha Rihayê di nav zeviyên çandiniyê de bi carekê de çalên bi firehiya 15 metreyan û 10 metreyan kûr çêbûn.

Wê yekê xelkê navçeyê dilgiran kiriye û ew ditirsin ku nîşaneya çêbûna karesatên xwezayî be.

Cotkarê bi navê Mustafa Dag li ser çalan got:

“Ev 4-5 sal in ev çal çêdibin. Her sal çalên nû çêdibin.

Nêzîkî 10 çalan çêbûne, piranî me bi derfetên xwe tijî kirin lê niha 3 mane.

Em gelekî ditirsin ku bi carekê de cihê em lê ne jî bibe çal û em bikevin nav.

Lê em çibin doza peydakirina nan e.”

Welatiyên vê navçeyê dibêjin, dayîk û pîrên wan gotine berî 50-60 salan dema sibehê rabûne dîtine ku ev dever hemû çûye xwar û bûye wekî çaleke mezin.

Gundî ditirsin ew tişta ku beriya 60 salan çêbûyî dîsa dûbare bibe.

Ew ji rayedaran daxwaza alîkariyê û çareserkirina vê pirsê dikin.

“Hatin lê nihêrî û çûn”

Cotkar Mustafa Dag her wiha anî ziman:

“Berî 4-5 salan me ji rayedaran re got ku tiştekî wiha heye.

Hatin lê nihêrî û çûn, heta niha ne tiştek gotiye û ne jî tiştek ji bo vê meseleyê kiriye.

Em ji dewletê dixwazin ku dest bavêje vê meseleyê û ya pêwîst e bike.

Eger ev rewş berdewam bike em dê ji neçarî dest ji çandina zeviyê berdin.”

Riha li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yek ji parêzgehên herî mezin ê çandiniyê ye ku 10 milyon û 729 hezar û 252 dekar erdên çandiniyê lê hene.

Her wiha li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 42yê pembo, ji sedî 38ê nîskên sor, ji sedî 37ê fistiqan û ji sedî 7,5ê genim li Rihayê tên berhemanîn.