Piştî 31 salan hatin berdan: Haya malbatan jê nebû

05-09-2024
RÛDAW
Nîşan Sînan Sutpak Adnan Ozbay Girtiyê Siyasî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyên Kurd ên siyasî Sînan Sutpak û Adnan Ozbay piştî 31 salan hatin berdan.

Her du girtî bêyî ku haya malbatên wan jê hebe hatin berdan.

Girtiyê Kurd Sînan Sutpak 3yê Gulana 1993yan li navçeya Curnê Reş a Rihayê hatibû girtin.

Girtiyê Kurd Adnan Ozbay jî heman salê li Stenbolê hatibû girtin.

Dadgehê bi hinceta “Xirakirina yekitî û yekparçeyiya dewletê” cezayê heta hetayê li Sînan Sutpak û Adnan Ozbay birîbû.

Sînan Sutpak di 31 salên zindanîbûna xwe de li girtîgehên cuda yên wekî Riha, Semsûr, Bursa, Mereş û Yozgatê ma.

Adnan Ozbay jî li girtîgehên Bayrampaşa, Umraniye, Sîlîfke, Tarsus, Eskîşehîr, Mûş û Yozgatê ma.

Berdana Sînan Sutpak û Adnan Ozbay li gel ku cezayê wan 3yê Gulana 2023yan qediya jî bi biryara Lîjneya Çavderiya Cezayan bi hinceta ku “rewşa wan a ne baş e” 5 caran hat bipaşxistin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê (Ma), li ser îtiraza parêzeran, Sutpak û Ozbay doh bêyî ku agahiyê bidin malbatên wan ji girtîgeha Yozgatê hatin berdan.

Sîna Sutpak ber bi bajarê xwe Rihayê ve bi rê ket.

Adnan Ozbayê ji Sêrta Bakurê Kurdistanê ji ber pirsgirêkên leşkeriyê hîn jî ji girtîgehê derneketiye.

Lê tê payîn piştî belgeyên pêwîst ji girtîgehê derkeve û ber bi Stenbolê ve here ku malbata wî li wê derê dijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst