Dr. Mehmûd Ebas: Amerîka naxwaze Rêveberiya Xweser hilbijartinan çêbike

10 demjimêr berê
RÛDAW
Dilbixwîn Dara û Mehmûd Ebas \ Wêne: Rûdaw
Dilbixwîn Dara û Mehmûd Ebas \ Wêne: Rûdaw
Nîşan Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Dr. Mehmûd Ebas Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê PYD Amerîka Rûsya Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şîrovekar Dr. Mehmûd Ebas eşkere kir ku Amerîka naxwaze Rêveberiya Xweser hilbijartinan li dar bixe.

Rêveberiya Xweser careke din xwest ku hilbijartinên şaredariyan li dar bixe.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê biryar dabû ku 11ê Hezîranê hilbijartinên şaredariyan bên kirin.

Tirkiyeyê piştî vê biryarê êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kiribûn û ji bo hilbijartin neyên kirin gef xwaribû.

Her wiha Amerîkayê jî ji ber nebûna şert û mercên guncaw ji Rêveberiya Xweser xwestibû ku lidarxistina hilbijartinan taloq bikin.

Li aliyê din Reveberiya Xweser ji bo hilbijartinan ev demek e bi gelek aliyan re hevdîtinan dike.

Rêveberiya Xweser daxuyanî belav kir

Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser îro li ser lidarxistina hilbijartinên şaredariyan daxuyaniyek belav kir.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de got:

“Ji bo ku li gorî pêwîstiyê amadekariyên pêwîst ji bo hilbijartinên şaredariyan bên kirin, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji komîsyonên kantonan ên li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re destûrê dide ku li gorî rewşa her parêzgehekê di dema ku ew guncaw dibînin, li ser lidarxistina hilbijartinên şaredariyan kar bikin.”

Şîrovekar Dr. Mehmûd Ebas bû mêvanê bultena Rojava ya Rûdawê ku Dilbixwîn Dara pêşkeş dike.

Dr. Mehmûd Ebas eşkere kir ku Amerîka helwesta xwe ya li ser lidarxistina hilbijartinên Rêveberiya Xweser neguherandiye û çiraya kesk vênexistiye.

“Amerîkayê çiraya kesk vênexistiye”

Dr. Mehmûd Ebas behsa daxuyaniya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser a li ser hilbijartinan jî kir û wiha berdewam kir:

“Ez wisa nabînim ku Amerîkayê helwesta xwe li ser lidarxistina hilbijartinan guherandibe.

Piştî ku Rêveberiya Xweser biryar da û hilbijartin taloq kir Amerîkayê jî kêfxweşiya xwe anî ziman.

Ez bawer dikim Amerîkayê ti sînyaleke erênî nedaye Rêveberiya Xweser.

Gelo Rêveberiya Xweser jî dixwaze helwesta Amerîkayê bizanibe.

Di biryarê de hîn Rêveberiya Xweser dema lidarxistina hilbijartinan diyar nekiriye.

Rêveberiya Xweser biryara lidarxistina hilbijartinan xistiye destê kantonan û her kantonek bi xwe dê biryarê bide.

Metirsî li vir heye, gelo Amerîka dê dîsa li hemberî hilbijartinan derkeve?

Piştî vê nûçeyê gelo dê bandora Tirkiyeyê li ser Amerîkayê çibe?

Gelo Rêveberiya Xweser li hemberî helwesta Rûsyayê ya nêzîkkirina Tirkiye û Sûriyeyê peyamekê dide?”

“Welatên cîran li dijî siberoja Kurdan in”

Mahmûd Ebas amaje bi helwesta welatên cîran jî kir û got:

“Em dê helwesta welatan bibînin û ez wisa nabînim ku Amerîka bêdeng bimîne.

Dewletên cîran dê bêdeng nebin û ew li dijî siberoja Kurdan in.

Me di referanduma Başûrê Kurdistanê de jî dît ku ne tenê Tirkiye, dewletên herêmê hemû li dijî wê bûn.

Amerîka jî pir baş dizane Rojavayê Kurdistanê welatê Kurdan e lê dê çavên xwe ji hilbijartinan re negire.

Rêveberiya Xweser jî ji bo zextan kêm bike biryar daye destê kantonan.

Ez wisa bawer dikim tevî vê yekê jî Amerîka dê li dijî lidarxistina hilbijartinan derkeve.”

“Kesên serbixwe dikarin wekî şaredar bên tayînkirin”

Li gorî gotina Mehmûd Ebas pêwîstî bi lidarxistina hilbijartinan nîne.

Mehmûd Ebas amaje bi wê yekê kir ku lidarxistina hilbijartinan dê aloziyan durist bike û anî ziman:

“Heger Rêveberiya Xweser siyaseteke baş û zelal û dîplomasiyeke baş bimeşîne pêwîstî bi hilbijartinên şaredariyan nîne.

Partiyên ku hevpeymanên hevdû ne dikarin li herêmê kesên bê alî wekî şaredar diyar bikin.

Pêwîst nake zemînekê çêbikin û bibin sedemên êriş û aloziyan.

Bi baweriya min pêwîst nake ew hilbijartin bêne kirin, ev hilbijartin ne di berjewendiya xelkê de ne.

Xerckirina budceyê ji bo hilbijartinan bê feyde ye.

Pirsgirêkên dibistanan hene, pirsgirêka avê li Hesekê heye.

Beriya hilbijartinan dikarin pirsgirêkên heyî çareser bikin.

Karê ku dikin dewlet li dijî wan derdikevin.

Şaredarê Reqayê were hilbijartin û hilbijartin were kirin gelo dê çi biguhere dê ji milet re çi bikin?

Bila pisporekî dayînin ser şaredariyan û ew xizmetê ji xelkê re bike.

Mesele ne meseleya demokrasiyê ye. Hilbijartin bên kirin dê kesekî partiyekê diyar bikin û ew dê piştgiriya wî kesî bikin.

Ev hilbijartin nakokiyan ava dike zererên wê ji feydeyên wê zêdetir in.”

Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê

Li gorî zanyariyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser, hilbijartin dê li 7 kanton û herêmên Rêveberiya Xweser ên wekî Şehba-Efrîn, Cizîr, Minbic, Ferat, Tebqa, Reqa, Dêrezorê bên lidarxistin.

Di hilbijartinan de dê ji bo 121 navendan hevserokên şaredariyan û endamên meclîsên şaredariyan werin hilbijartin.

Li Rêveberiya Xweser heta niha 2 caran hilbijartin hatin lidarxistin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan biryar dabû ku 30ê Gulanê hilbijartin werin lidarxistin lê paşê hilbijartin taloqî 11ê Hezîranê hatibûn kirin.

Li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê mafê 3 milyon kesan heye beşdarî dengdanê bibin.

Li aliyê din, ew penaberên ku zêdetirî 5 salan li Rêveberiya Xweser niştecih bûne jî dikarin beşdarî hilbijartinan bibin.

Her wiha ENKSyê biryar dabû ku hilbijartinan boykot bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst