Li 2 bajaran 2 qezayên trafîkê: 4 kes mirin û 2 jî birîndar in!

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê di 2 qezayên trafîkê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirek û pîkabek li hev qelibîn.

Di qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn, birîna yekî giran e.

Li ser rêya Erzirom-Îspîrê pîkaba ku M.K şofêrtiya wê dikir û barhilgira ku Î.K şofêrtiyê wê dikir li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Birîndar û termên kesên ku canê xwe ji dest daye bi helîkopterê veguhastin nexweşxaneyên Erziromê.

Li gorî agahiyan rewşa şofêrê pîkabê ku birîndar e, baş e.

Kolik: Li stûnê kêleka rê qelibî

Her wiha li navçeya Kolikê ya parêzgeha Semsûrê jî otomobîlekê li stûnê beton ê li kêleka rê xist û di encamê de şofêr canê xwe ji dest da.

Li ser rêya Kolik-Semsûrê otomobîla ku Kadir Çobanê 45 salî şofêrtiya wê dikir li stûnê elektrîkê xist û di bûyerê de Kadir Çoban bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîman Kadir Çoban veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.

Tevî hewldanên bijîşkan Çoban li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.