QAMIŞLO - ‘Fermandarê hêzê’ canê xwe ji dest da: Ji Nisêbînê ye!

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Ewlehiya Hundirîn ragihand, kesê ku berî 2 rojan li Qamişloyê di êrişekê de canê xwe ji dest da Metîn Dînç e.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Rêveberiya Xweser nasnameya endamekî xwe yê ku 3yê Îlonê di êrişa dronî de canê xwe ji dest dabû eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, endamê ku canê xwe ji dest daye Metîn Dînçê bi nasnav “Dijwar Qamişlo” ye.

Metîn Dînçê ku hat diyarkirin “fermandarê hêzê” ye sala 1991ê li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ji dayik bûye.

Hat diyarkirin ku Dînç sala 2017an çûye Rojavayê Kurdistanê.

Li aliyê din, AAyê ragihand ku Dînç di navbera salên 2008-2015an de bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” hatiye girtin.