KCKyê bangî Bexdayê kir: Ji vê şaşitiyê vegere

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser peymanên ku bi Enqereyê re hatine îmzekirin bangî Îraqê kir û got, “Ji vê şaşitiyê vegere.”

Nîvê meha tebaxê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê Civîna 4emîn a Mekanîzmaya Ewlehiyê ya Asta Bilind hat kirin.

Şandeyên Tirkiye û Îraqê beşdarî civînan bûn û meyla wan zêdetir li ser PKK û mijarên “ewlehiyê” bû.

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û bal kişand ser vê peymanê.

KCKyê diyar kir ku di êrişên Tirkiyeyê de sivîl tên kuştin û got:

“Ev şehadet heman piştî mohrkirina metnê lihevkirinê yê Tirkiye û Îraqê pêk hatin.

Diyar e ku ev metnê lihevkirinê ji bilî teror û komkujiyê tiştekî din ji gelê Kurd û gelên Îraqê re neaniye û dê neyîne.

Mebesta Tirkiyeyê ji bipêşketin, aramî û bipêşveçûna aboriyê ya Îraqê teror û komkujî ye.

Eşkere bû peymana ku Îraq û Tirkiyeyê hat mohr kiriye, dê bipêşketinê bi xwe re neyîne, dê komkujî û terorê bîne.

Gotinên bipêşketina aborî, ewlehî, aramî, perwerdeyê û rektorîkên din ji bilî nixumandina vê terorê û komkujiyê nayê ti wateyê.”

Bangî Îraqê kir

KCKyê diyar kir ku Tirkiye bi xwe re çekdarên komên cîhadîst tîne Başûrê Kurdistanê û bangî Îraqê kir:

“Em bang li Hikûmeta Îraqê, serok û partiyên wê yên siyasî dikin ku lihevkirina li gel Recep Tayyîp Erdogan tê wateya lihevkirina bi DAIŞê re û ev yek teqez berovajî berjewendiyên gel û dewleta Îraqê ye.”

KCKyê got ku “Divê ew peyman demildest bên betalkirin” û dê betalkirina peymanan di berjewendiya Îraqê de be.