Riha - Zarokê ku ket çala foseptîkê mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 3 salî yê ket çala foseptîkê û mir.

Li gundê Simaqiyê yê Siwêregê zarokê bi navê Serhat Irmak ket çala foseptîkê ya ku li hewşa mala wan hatibû vedan.

Malbata zarokê ya ku dît zarokê wan ketiye çalê agahiya tîmên tenduristiyê pê xist.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman zarokê 3 salî bir Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

 Serhat Irmak tevî hemû midaxaleyan jî li nexweşxaneyê mir.