Li Kirklareliyê lehî rabû: 1 jê zarok 5 kes wenda ne

05-09-2023
RÛDAW
Nîşan Kirklarelî Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Demîrkoyê  ya bajarê Kirklareliyê yê Tirkiyeyê piştî baraneke gur lehî rabû.

Li gor zanyariyan heta niha 1 jê zarok 5 kes li ber lehiyê çûne û wenda ne.

Li bajarê Kirklarelî yê Tirkiyê barana ku di demjimêrên sibehê de dest pê kir bi awayekî gur berdewam e.

Ji ber barana gur li gelek navçe û gundên bajar lehî rabû.

Li gor zanyariyan li navçeya Demîrkoyê ava rûbarê Degîrmenê bi ser de çû û rêya sereke ya Demîrkoyê û bajarokê wê yê Îgneada di bin avê de ma.

Ji ber lehiyê li navçeyê beşek ji xaniyên bungalov ku bi mebesta geştiyariyê hatibûn danîn li ber lehiyê çûn.

Herwiha hinek welatî jî bi lehiyê re çûne û wenda ne.

Li ser agahdarkirkirinê hejmareke zêde ya Tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) çûn cohê bûyerê.

AFADê ji bo dîtina kesên wenda ji bejahiyê û hewayê dest bi xebatan kirin.

Serokê Şaredariya navçeya Demîrkoy Recep Gun ragihand ku 5 welatî li ber lehiyê çûne ku yek ji wan zarok e wenda bûne.

Gun herwiha da zanîn ku tîman ji bo dîtîna her 5 kesên wenda  xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Li aliyê din 4 kesên ku ji ber lehiyê li daristanekê asê mabûn ji aliyê tîman ve hatin rizgarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst