Xelkê Colemêrgê li ser rewşa aboriya bajêr çi difikire?

Gever (Rûdaw) - Rewşa aboriyê ya xirab bandoreke mezin li ser jiyana xelkê kêm dahat yê Bakurê Kurdistanê dike.

Tevî ku sê deriyên sînorî lê hene jî lê belê parezgeha Colemêrge yek ji wan parêzgehên ji destê hejariyê dinale jî Colemêrg e.

Piraniya xelkê parêzgehê bêkar û bê dahat e.

Ciwanên vê parêzgehê neçar in ji bo kar berê xwe bidin metropolên Tirkîyeyê.

Çend roj beriya niha jî ciwanekî Geverî li Stenbolê hate kuştin.

Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji xelkî pirsî û xelk dîbêje êdî hêvî û taqeta wan nemaye.

Welatiyê bêkar Arîf Daniş got, “Aboriya me lawaz e.

Hema bêje çi aborî nîne em dixwazin biha hinek dakeve ku xelk bikare debara xwe bike.”

“Ma tiştek bi navê aborî maye?”

Xanenişîn Aydin Baykal anê ziman, “Ma tiştek bi navê aborî maye?

Hema behsa aboriyê qet nekin. Ne kar heye ne kargehek heye xelk dê çi bike?”

“Bijîşk neman”

Dikandar Şexmûs Kaya diyar kir, “Niha aboriya Geverê sifir e.

Ne tenê li Geverê rewşa hemû Tirkiyeyê xirab e.

Ciwan hemû bêkar mane. Nanek bûye 8 heta 10 lîre.

Ciwan hemû reviyan çûn Ewropayê. Hema ciwan jî li aliyekî, bijîşk neman.

Em diçin nexweşxane bijîşk tine. Dîbêjin bijîşkan jî kar hêlan û çûn. Her tişt gelek xirab e.”

“Em dixwazin ciwanên me welatê xwe nehêlin û neçin welatê xelkê”

Welatiyê bêkar Recep Kexî got, “Em dixwazin kargeh û cihên kar bêne vekirin.

Em dixwazin cihê me pêş bikeve û ciwanên me welatê xwe nehêlin û neçin welatê xelkê.

Em dixwazin memleketê me bi rêkûpêktir be.”