‘Çima karûbarên avahîsaziya nexweşxaneya Şirnexê hatine ragirtin?’

05-09-2023
Ferdî Sak
Nîşan Şirnex Nexweşxaneya 500 Textî Zekî Îrmez
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê Îloba 2022yan dest bi karûbarên avakirina nexweşxaneyeke 500 textî hat kirin.

Biryar bû ew nexweşxaneyê di heyama 550 rojan de were avakirin lê niha karûbarên wê hatiye ragirtin.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) Mehmet Zekî Îrmez çarenivîsa wê nexweşxaneyê ji Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca pirsî. 

"Lêkolînen me îdîayan piştrast dikin"

Parlamenterê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di pêşniyar pirsa xwe de bi bîr xist ku karûbarên avahîsaziya nexweşxaneya 500 textî ya Şirnexê di 19ê Îlona 2022an de destpê kirine û got:

“Dihat gotin ku ev nexweşxane dê piştî 550 rojan temam bibe. Lê van rojan nûçeyên li ser rawestana xebatên avahîsaziya wê nexweşxaneyê di rojeva gelê Şirnexê de ye.

Ew lêkolînên min li cihê nexweşxaneyê kirine û daxuyaniyên ku bepirsan dane min van îdîayan piştrast dikin.”

Îrmez ji Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê dipirse:

- Îdiayên ragirtina xebatên avahîsaziya nexweşxaneya 500 textî ya li Şirnexê rast in?

- Çavderî û şopandina karûbarên nexweşxaneyê kengî tên kirin?

- Li hemberî egera temamnebûna nexweşxaneyê di dema ku ji aliyê kompanyayê ve hatiye diyarkirin de çi tedbîr hatine wergirtin?

 Mehmet Zekî Îrmez derbarê vê pêşniyarpirsa de xwe, rewşa dawî ya nexweşxaneya nû ya Şirnexê û kêmasiyên xizmetguzariyê yên li wê parêzgehê de ji Rûdawê re axivî.

“Biryar bû nexweşxane Adara 2024an temam bibe”

Îrmez ragihand ku biryar bû ew nexweşxane 22yê Adara 2024an temam bibe û got:

“Niha meh û nîv ji bo bidawîbûna wê demê maye.  Ragirtina karûbarên avakirina avahiyê nîşan dide ku dê dema temambûna nexweşxaneyê dirêj bibe.”

Bingehê nexweşxaneya 500 textî ya Şirnexê

“Nifusa Şirnexê zêde bûye û nexweşxane têrê nake”

Îrmez bal kişand ser zêdebûna rêjeya nifusa Şirnexê û pêdiviya wê ya bi xizmetên tenduristî û got:

“Nifusa Şirnexê bi awayekî berçav zêde bûye. Ji ber wê jî nexweşxaneyên li Şirnex û navçeyên wê bi rastî têra nifusa Şirnex nakin.

Kapasîetya wan kêm e. Herwiha nexweşxane di warê bijîşkan de jî rûbirûyê astengî û pirsgirêkan in. Ji ber vê jî xelkê Şirnexê neçar dimînin nexweşên xwe bişînin bajarên derdora Şirnexê yên wek Amed, Riha û Mêrdînê.

Lewra hêviyek hebû ev nexweşxane zû biqede lê ev nêzîkî mehekê bû hinek îdia hebûn ku xebatên wê rawestiyane.

Vê yekê  bala me kişand û em jî çûn wê derê û li qada avahîsaziya wê nexweşxaneyê geriyan. Me hinek berpirs dîtin. Wan jî got xebat rawestiyane. ”

“Ji ber îzalatorên erdhejê xebat rawestiyane”

Parlamenterê YSPyê yê Şirnexê da zanîn ku beşek ji karmendan hinek alavên avahîsaziyê ji cihê nexweşxaneyê dibirin cihekî din û got:

“Me ji wan pirsî çima xebat rawestiyane. Wan jî got ji ber îzalatorên erdhejê nînin, rawestiya ye. Heta îzalator neyên ew nikarin dest bi avahîsaziya nexweşxaneyê bikin. Bi gotina karmendan ev salek e wan îzalator xwestine lê hîn jî nehatine.

Herwiha gotin ku ew nizanin dê kengî bê û dibe ku salek din an du sal din bê. Ji bilî van tiştan jî îdiayek hebû ku digotin ew kompanyaya îhaleya nexweşxaneyê girtiye mûçeyê karmendan nedaye. Ji ber vê yekê xebatên wê rawestiyane.”

Parlamenterê YSPyê Mehmet Zezkî Îrmez

"Hêviyek mezin a gelê Şirnexê hebû"

Îrmez herwiha ew niha li benda bersiva Wezareta Tenduristiya Tirkiyeyê ye û got:

“Ev neşxeşxane wek nexweşxaneya herêmê tê binavkirin. Bi rastî hêviyek mezin di nav gelê Şirnexê de hebû ku ev nexweşxane zû temam bibe. 

Mixabin tişta em dibînin niha xebatên avakirina nexweşxaneyê rawestiya ne. Eger niha jî dest pê bikin salek heta du salan jî temam nabe.

Hêviya me ew e demildest karûbarên avahîsaziyê yên vê nexweşxaneyê careke din dest pê bikin û di dema xwe de temam bibe.”

"Her tiştê çêdikin nîvco dihêlin"

Parlamenterê YSPyê herwiha eşkere kir ku gelek projeyên din li Şirnexê hatine ragirtin û got:

“Li navçeya me ya Silopyayêî jî nexweşxaneya Jin û Zarokan heye. Xebatên wê jî beriya du salan rawestiya bûn.

Em çûn me li rewşa wê jî nêrî. Nîvê wê jî xilas bûye lê mixabin tiştên li wê derê hatine çêkirin jî hêdî hêdî têk diçin. Her tiştê çêdikin nîvco dihêlin. Hinceta wan jî carna dibêjin pere nînin an jî dibêjin alavên pêwîst nînin.”

"Nifus zêdeyî nîv milyonî ye lê tenê yek nexweşxane heye"

Li gor amarên fermî hejmara nifusa Şirnexê bi 7 navçe, 19 bajarok û 196 gundên wê ve zêdeyî 557 hezar û 605 kesî ye.

Li hemû parêzgehê ji bilî binkeyên tenduristî yên li navçeyan tenê li navenda bajarê Şirnexê nexweşxaneyeke 150 textî heye.

Hemû Şirnexî neçar in ji bo nexweşiyên xwe serdana vê nexweşxaneyê bikin. Li nexweşxaneya Şirnexê gelek caran nexweş bi mehan li benda dora xwe  dimînin.

Welatiyên ku derfeta wan heye ji bo çareseriyê berê xwe didin parêzgehên wek Amed, Mêrdîn, Riha û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst