Li Çewligê agir bi axurê ket: 22 serî pez mirar bûn

05-09-2023
RÛDAW
Nîşan Çewlig Kanîreş Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li naveçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê agir bi axurekê ket û 22 serî pez mirar bûn.

Li gor zanyariyan li gundê Yoncalikê yê girêdayî navçeya Kanîreşê, ji ber sedemekê nediyar agir bi axura ajeldarekî ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên şaredariya Kanîreşê çûn cihê bûyerê û agir vemirandin.

Di bûyerê de 22 serî pezên ajeldarekî mirar bûn.

Hat ragihandin ku tîman ji bo diyarkirina sedemên agir dest bi lêkolînan kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst